Kurtulmuş û Şandeya DEM Partiyê li ser 'Pêvajoya Aştiyê' civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyê (TBMM) Numan Kurtulmuş pêşwazî li şandeya DEM Partiyê û di hevdîtinekê de qonaxa dawî ya pêvajoya aştiyê û rola parlamentoyê gotûbêj kirin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş îro 16ê Hezîran bi endamên şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê; Cîgira Serokê Meclîsê û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Rihayê Mithat Sancar re civiya.

Li gorî daxuyaniya ku ji Serokatiya Parlamentoyê hat dayîn, di hevdîtinê de xebatên şandeyê, têkiliyên bi partiyên siyasî re û qonaxa dawî ya ku di "pêvajoya aştiyê" de hatiye bidestxistin, hatin nirxandin.

Mijareke sereke ya civînê, rapora ku ji aliyê "Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ve hatiye amadekirin bû. Hat diyarkirin ku li ser rêziknameyên di raporê de û pêngavên ku divê bên avêtin da ku pêvajo bi serkeftî bi dawî bibe, hate rawestandin.

Di hevdîtinê de bal hate kişandin ku heta niha di çarçoveya pêvajoyê de pêşketinên girîng hatine bidestxistin û saziya siyasetê di vî warî de berpirsiyariyên girîng girtine ser milê xwe.

Her du aliyan tekezî li ser rola parlamentoyê kirin, da ku armanca aştiyê bigihîje encamekê. Hat destnîşankirin ku xebatên di bin banê parlamentoyê de, bi baldarî bên meşandin û bicîhanîna rêziknameyên hatine diyarkirin ji bo paşeroja pêvajoyê xwedî girîngiyeke mezin e.