Mesrûr Barzanî serdana Patriyarkê Kenîseya Kildanî ya li Iraq û cîhanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Patriyarkê Kildanî yê Kurdistan, Iraq û cîhanê Mar Paulus III Nona kir. Patriyarkê Kildanî ragihand, Herêma Kurdistanê di parastina mafên pêkhateyan û kûrkirina pêkvejiyanê de xwedî roleke nîştimanî û mirovî ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Hezîrana 2026an, li paytext Hewlêrê serdana Patriyarkê Kildanî Mar Paulus III Nona kir.

Patriyar Mar Paulus Nona di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê, bal kişand ser giringiya dîrokî ya Hewlêrê û got: "Hewlêr ji bo krîstiyanan bajarekî pir kevin û giring e. Li vir ol û pêkhateyên cuda di nav aştî û tebayiyê de bi hev re dijîn."

Patriyarkê Kenîseya Kildanî hewildanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo kûrkirina çanda pêkvejiyanê bilind nirxand û amaje bi karesata sala 2014an kir û got: "Dema ku Krîstiyan ji ber terora DAIŞê koçber bûn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dilsoziyeke mezin dergehên xwe ji bo wan vekirin û ew hewandibûn. Ev rasteqîniyek e ku her dem cihê rêz û spasiyê ye."

Mar Paulus Nona destnîşan kir, li Herêma Kurdistanê aramiyeke rastî û dîtineke zelal ji bo paşerojê heye û got: "Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi cidî kar ji bo dabînkirina mafên hemû pêkhateyan dike. Ev yek bûye sedem ku Kurdistan di warê wekheviyê û hevsengkirina jiyana pêkhateyan de bibe xwedî roleke bibandor."

Patriyarkê Kildanî di dawiya daxuyaniya xwe de hêvî xwest ku ev ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê bibe mînak ji bo navçeyên din ên cîhanê jî, daku hemû mirovahî di bin siya aştî û aramiyê de bijîn.