Mesrûr Barzanî: Dabînkirina parastina asmanî gaveke baş e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 16ê Hezîranê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: "Em hêvî dikin ku çavkaniya wan metirsiyên ku gefê li Herêma Kurdistanê dixwin nemîne." Her wiha destnîşan kir, dabînkirina sîstema parastinê li dijî van gefan, gaveke girîng e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser wê yekê ku berî çend rojan şandeke leşkerî ya hikûmeta federal li Hewlêrê bû û got: "Ew li gel Wezareta Pêşmerge û Wezareta Navxwe lêkolînê li ser wê yekê dikin ku dê çawa van alîkariyan pêşkêşî Herêma Kurdistanê û wan kompanyayan bikin ku pêdiviya wan bi piştgirî û parastinê heye."

Mesrûr Barzanî her wiha behsa serdana şanda Amerîkayê kir û diyar kir ku gotûbêjên li gel hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê, bi mebesta baştirkirina peywendiyên di navbera Amerîka, Iraq û Herêma Kurdistanê de bûne. Mesrûr Barzanî Barzanî got: "Armanc ew e ku em di warê aborî û ewlehiyê de hevnêrîn bin, rûbirûyê astengiyan bibin û Amerîka zêdetir alîkariya me bike, da ku em aboriya Iraqê baştir bikin û kompanyayên Amerîkî û biyanî zêdetir berê xwe bidin Iraqê."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got: “Em pîrozbahiyê li patriyark dikin, bi helkefta wergirtina wê posta giring. Kurdistan mala me hemiyan e, em bi wê yekê bedew in ku pêkhateyên dînî û neteweyî yên cuda ne, herwesa em pabend in jî ku alîkariyê pêşkêşî krîstiyanan bikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir: "Me ligel patriyark behsa wê yekê jî kir ka em dê çawa bikarin rewşeke wesa biafirînin ku wan xûşk û birayên krîstiyan, ên ku ji ber sedemên aborî an ewlehiyê ji vê derê çûne, vegerînin."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derheqa niyeta Îraqê ji bo karkirina kompanyayan de jî got: “Niyeta hikûmeta Îraqê û serokwezîr ew bûye ku hevkar û piştgir bin, ji bo ku kompanya vegerin ser berhemanîna petrolê. Ev jî pêngaveke pir baş e.”