Şanda Îmraliyê ligel Serokê Parlamana Tirkiyeyê civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Parlamana Tirkiyeyê pêşwaziya endamên Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê kir û her du aliyan di civînekê de pêşhatên dawiyê yên pêvajoya aştiyê û amadekariyên derxistina "Qanûna Çarçoveyê" nirxandin.
Serokê Parlamana Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş îro (Sêşem, 16ê Hezîrana 2026ê) pêşwaziya endamên Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) kir, ku ji Cîgira Serokê Parlamanê û Parlamentera Wanê Pervin Buldan û Parlamenterê Ruhayê Mithat Sancar pêk hatibû.
Li gorî daxuyaniyeka fermî ya Serokatiya Parlamana Tirkiyeyê, di wê civînê de nirxandin bo kar û çalakiyên wê şandê û peywendiyên wan ên ligel aliyên siyasî hat kirin. Herwesa behsa dawî qonaxên pêvajoya aştiyê û wan pêngavan hat kirin ên ku heta niha hatine avêtin.
Her du aliyan tekez kir ku parlaman xwedî roleke serekî û dîrokî ye, ji bo biserxistina wê pêvajoyê û bicihanîna wan biryar û rêkarên ku ji bo wê armancê hatine diyarkirin.
Şanda Îmraliyê: Divê "Qanûna Çarçoveyê" berî bêhnvedana parlamanê bê pejirandin
Piştî wê civînê, endamên Şanda Îmraliyê Pervin Buldan û Mithat Sancar daxuyaniyeke hevpar belav kir. Di wê daxuyaniyê de hat ragihandin: "Tewerê serekî yê civîna me ya ligel Serokê Parlamanê pirsa 'Qanûna Çarçoveyê' bû. Me tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo berdewambûna pêvajoya aştî û demokrasiyê, divê ev qanûn berî girtina parlamanê bo bêhnvedana havînê bê pejirandin."
Endamên Şanda Îmraliyê amaje bi wê yekê jî kir ku Serokê Parlamanê li ser giringiya derxistina wê qanûnê di dema diyarkirî de hevnerîn bûye û ragihandiye ku ew dê hemî bizavên xwe ji bo wê armancê bi kar bîne.
Di dawiya wê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: "Gihîştina bi lihevkirinê, li ser wê yekê ku parlaman roleke çalak di bicihanîna pêngavên qanûnî de hebe, ji bo biserxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê destkeftiyekê giring e."