Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta gotûbêjkirina cîbicîkirina sîstema "Asycuda" serdana Bexdayê dike. Tê çaverêkirin ku sibe rêkeftina destpêkê ji bo yekxistina sîstema gumrukê li dergehên sînorî yên Herêmê bê îmzekirin.

Şandeyeke teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 17ê Hezîranê serdana Bexdayê dike. Armanca serdanê, gotûbêjkirina hûrgiliyên cîbicîkirina sîstema navdewletî ya gumrukê ya bi navê "Asycuda" li dergehên sînorî yên Herêma Kurdistanê ye.

Rêveberê Giştî yê Gumruka Iraqê Samer Qasim ji Kurdistan24ê re ragihand, di navbera her du aliyan de hevtêgihiştineke pir baş heye. Qasim diyar kir ku cîbicîkirina vê sîstemê, dê bibe sedema yekxistina rênimayên gumrukê li seranserî Iraqê.

Samer Qasim bal kişand ser wê yekê ku niha çar ofîsên gumrukê di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên navîn û başûrê Iraqê de hene û ev ofîs demkî ne û ji bo parastina mafên bazirganan hatine danîn. Qasim got: "Piştî ku sîstema Asycuda li Herêmê ketiye warê cibicîkirinê, ev bazgehên navxwe dê bên rakirin û hemû dergehên nefermî jî dê bên girtin."

Li gorî daxuyaniya rayedarên gumrukê, ev sîstema nû dê roleke sereke di rûbirûbûna "sipîkirina pereyan" û fînansekirina terorê de bilîze. Ev yek jî bi rêya girêdana veguhastina darayî bi daxuyaniyên gumrukê yên pêşwext re, bi hevahengiya ligel Banka Navendî ya Iraqê pêk tê. Ev pêngav rê li ber derketina pereyên biyanî (dolar) bêyî hatina kelûpelên rastî digire.

Yek ji girîngtirîn taybetmendiyên sîstema Asycuda ew e ku karûbarên kaxezî û rûtîn kêm dike. Hat ragihandin ku piştî destpêkirina sîstemê, hemû danûstandinên gumrukî yên bazirganan dê di nava 24 saetan de bidawî bibin, ku ev yek dê tevgereke xurttir bide bazirganiya herêmê.