Encûmena Wezîran li ser mûçeyên xanenişînan, wergirtina genim û budceyê çend biryar dan

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya asayî li dar xist û tê de çend biryar û sipartinên giring li ser bilezkirina karên kargêrî yên mûçeyên xanenişînên nû, pêkanîna lîjneyekê bo xanenişîniya endamên encûmena parêzgehan, û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya hakîme de derxistin.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 17ê Hezîrana 2026ê), bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, civîna xwe pêk anî û çend pirsên giring û çarenivîssaz nîqaş kirin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Encûmena Wezîran, hûrgiliyên tewerên civînê û biryarên ku hatine dan bi vî awayî ne:

1. Dosyeya Xanenişînên Nû yên Welatiyan

Di destpêka civînê de, Serokwezîr behsa rewşa wan fermanberan kir ên ku xanenişîn bûne û heta niha mûçeyê xwe yê xanenişîniyê wernegrtiye. Di vî warî de, tekezî li ser giringiya çareserkirina bilez û qanûnî ya vê pirsê hat kirin. Encûmena Wezîran raspardeyên pêdivî dan wezaratan û aliyên peywendîdar, ku bi hevahengî ligel dezgehên peywendîdar ên Hikûmeta Federal, hemî pêngavên qanûnî û kargêrî biavêjin daku mûçeyên xanenişîniyê yê wan kesan ji roja hejîbûna wan ve bên dabînkirin.

2. Wergirtina Genimê Cotkarên Kurdistanê

Encûmena Wezîran pirsa wergirtina berhemê genim ê cotkarên Herêma Kurdistanê bo demsala çandiniyê ya îsal ji aliyê Hikûmeta Federal ve, di çarçoveya plana salane ya wergirtina genim de, bi hûrî nirxand.

Di vî warî de, Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê raporteke berfireh a girêdayî zanyar data û hejmaran pêşkêş kir û bal kişand ser tevahiya teweran û mîqdara genimê berhemhatî û wan astengiyên bi rêya wergirtin û berbazarkirina berheman hene, herwesa bizavên wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de ligel hempayên wan di hikûmeta federal de.

Paşê Serokê Desteya Veberhênanê û Brîkarê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê zanyar û hûrgiliyên pêdivî li ser vê mijarê pêşkêş kirin.

Encûmena Wezîran biryar da ku peywendî û hevahengî ligel Bexdayê berdewam bin, bo rakirina astengiyên li pêşberî cotkaran. Wezaretên Çandinî û Çavkaniyên Avê û Bazirganî û Pîşesaziyê û Desteya Veberhênanê hatin hatin raspartin ku mekanîzmayeka guncayî bo firotin û berbazarkirina genimê cotkaran danin. Herwesa hat tekezkirin ku divê Hikûmeta Federal wekî aliyê berpirsyar plana wergirtina genim bi awayekî dadperwerane û wekhev bi cih bîne û taybetmendî û pêdivîtiyên Herêma Kurdistanê jî li ber çav bên wergirtin.

3. Xanenişîniya Endamên Encûmena Parêzgehan

Di xala duyê ya civînê de, pirsa hejîbûna endamên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bo xanenişîniyê hat nîqaşkirin. Ew endamên ku şertên qanûnî yên temen û dema xizmetê temam kirine, mafê wan ê xanenişîniyê bi temamî heye û divê ew mafê wan parastî be.

Ji bo vê meremê jî, Encûmena Wezîran biryara pêkanîna lîjneyeka taybet da ku ji Serokatiya Dîwanê, Sekreteriya Encûmena Wezîran, Wezareta Navxwe û Wezareta Darayî pêk tê, ji bo danana rêkar û mekanîzmayên pêdivî li gorî qanûn û rênimayên peywendîdar û piştrastbûna ji bicihanîna wan bi awayekê durist.

4. Pişka Herêma Kurdistanê di Budceya Hakîme de

Encûmena Wezîran nîqaşeka berfireh li ser xerciyên budceya hakîme; ew xerciyên ku ji budceya giştî ya federal bo Herêma Kurdistanê tên terxankirin, mîna mijara pisûleya xwarinê û sebeteya xwarinê ya mehane.

Encûmena Wezîran tevî pişgiriya xwe bo pêngavên çaksaziyê yên Bexdayê bo çaksazî û rêkxistina sîstema sebeteya xwarinê, tekez li ser mafê qanûnî yê Herêma Kurdistanê di warê wergirtina pişka xwe ji xerciyên hakîme kir, mîna xwarin, derman, berbazarkirina genim, piştgiriya enerjî û elektrîkê hwd, bi rengekî ku welatiyan Herêma Kurdistanê bi temamî feydeyî jê werbigirin.

Encûmena Wezîran wezaretên peywendîdar raspartin ku bi hevahengî ligel Serokatiya Dîwanê û Sekreteriya Encûmena Wezîran raporteke berfireh, li gorî data û zanyarên durist û bingehên qanûnî û destûrî amade bikin, daku ev maf di qanûna budceya federal de bi ronî bên binecihkirin, herwesa rêkarên bilez û bibandor bo piştrastbûna ji wergirtina mafên welatiyan Herêma Kurdistanê di budceyê hakîme de bên bicihanîn.