Omêd Xoşnaw: Me hemî amadekarî bo pêşwazîkirina serdankeran kirine
Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku ji bo îsal tevahiya amadekariyên pêdivî ji bo pêşwazîkirina serdankeran li parêzgeha Hewlêrê hatine kirin û di vê çarçoveyê de, hevahengî ligel aliyên peywendîdar û konsulxaneyê heye.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro (Çarşem, 17ê Hezîrana 2026ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: "Pêvajoya hatina serdankeran bo deverê ne cara yekê ye û di salên borî de jî hebûye, lê ji bo îsal bi wergirtina feydeyî ji ezmûnên salên berê, amadekarî baştir û rêkxistîtir in."
Parêzgarê Hewlêrê herwesa got: "Me lîjneyeke taybet ji bo vê pirsê pêk aniye û me ligel konsulxaneyê nîqaş kirine. Me cihê hewandinê û tevahiya pêdiviyên din ji bo serdankeran dabîn kirin, daku bi baştirîn awa pêşwaziya wan bê kirin."
Li ser hejmara wan serdankerên ku tê pêşbînîkirin qesta Hewlêrê bikin, Omêd Xoşnaw diyar kir ku heta niha amarekî hûr di dest de nîne, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Hewlêrê bi giringî ve li vê mijarê dinêrin û ji bo pêşwazîkirina her hejmareke serdankeran ku qesta deverê bike, amade ne.
Li ser serdana parêzgarên bajarên cîran bo Hewlêrê jî, Xoşnaw destnîşan kir ku heta niha demeke diyarandî nîne, lê bi rêya peywendiyên telefonî li ser vê mijarê û xurtkirina hevahengiyan axivîne.
Li gorî amarên fermî yên aliyên peywendîdar ên Iraqê, hatina serdankerên biyanî kêm bûye; bi rengekî ku di dema 18 rojan de zêdetir ji 3 milyon û 300 hezar serdankeran ji bo tevlîbûna di Çileya Îmam Husên (Erbeîn) de hatine nav axa Iraqê û zêdetir ji 2 milyon û 200 hezar serdankeran jî vegeriyane welatên xwe.
Serdankerekî got: "Hejmareke zêde ya serdankeran ji Îranê û welatên din hatine, tevahiya xizmetguzariyan ji aliyê Iraqiyan ve hatine pêşkêşkirin û ti xemsariyek di pêşwazîkirin û xizmetkirina serdankeran de nayê dîtin."