Hewramanî: Em amade ne arêşeyan ligel Bexdayê çare bikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku nêzîkbûneka gelek baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser bingeha destûrê, hemî amadebûna xwe bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan daye. Wî eşkere jî kir ku guhertin dê di belavkirina pişka xwarinê ya mehane de bê kirin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Çarşem, 17ê Hezîrana 2026ê) tevlî bernameya "Basi Roj"ê ya Kurdistan24ê bû, ku ji aliyê Jîno Mihemed ve tê pêşkêşkirin, û çend pirsên giring ên girêdayî mûçe, dahat û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê ron kirin:
Pişka Xwarinê û Piştgiriya Cotkaran
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku ew kesên mûçeyê wan ê mehane di ser yek milyon dînaran re ye, pişka wan a xwarina mehane dê bê birîn. Herwesa da zanîn ku di civîna Encûmena Wezîran de, tekezî li ser piştgiriya cotkaran hatiye kirin daku keda wan bi xusaretî neçe; di vî warî de Serokwezîr û Wezîra Çandiniyê danûstandinên berfireh kirine. Herwesa got: "Em bizavê dikin ku genimê cotkaran hinardeyî derveyî welat bikin."
Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê
Pêşewa Hewramanî ragihand ku piştî serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê, nêzîkbûneka gelek baş di navbera her du aliyan de çê bûye. Herwesa got: "Em hividar in ev kabîne bikare tevahiya pirsgirêkan çareser bike, ji ber ku her aliyekî ku niyeteka baş bo gelê Kurd hebe, em dê alîkar û piştgirên wî bin."
Sîstema Asycuda û Dahata Navxwe
Li ser dahat û gumrikan jî, Hewramanî diyar kir ku tîmeke Herêma Kurdistanê niha li Bexdayê ye, bo nîqaşkirina li ser sîstema dîjîtal a gumrikê ya "Asycuda". Wî tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê vîto li ser wê sîstemê nîne, belkî têbînî li ser wê yekê hebû ku bêyî amadekariya pêşwext û agahdarkirina Herêma Kurdistanê kar li ser hatibû kirin. Li ser dahatê jî got: "Dahata navxwe ya Herêma Kurdistanê aşkere ye, û me daxwaz kiriye ku mehane nîvê dahata navxwe bo Bexdayê bişînin."
Kompanyayên Petrolê û Garantiya Ewlehiyê
Di pişkeka din a axaftina xwe de, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa wê yekê jî kir ku daxwaza garantiyê bo kompanyayên petrolê hatiye kirin; ku her kompanyayeka li navxweya Iraqê tûşî êrîşê bibe, divê Hikûmeta Federal wan qerebû bike.
Aktîfkirina Parlamenê û Kabîneya Nû
Pêşewa Hewramanî herwesa bal kişand ser civîna vê dawiyê ya navbera "Tom Barack" û Serokwezîr Mesrûr Barzanî û got: "Di wê hevdîtinên de daxwaza pêkanîna kabîneya nû û aktîfkirina parlamenê hat kirin. Serokwezîr jî helwêsta xwe û partiya xwe bi zelalî ragihand ku ew amade ne di her demekê de be Parlamena Kurdistanê bê aktîfkirin."