Grossi: Ajansa Enerjiya Atomî dê çavdêriya peymana Amerîka û Îranê bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (IAEA) Rafael Grossi ragihand, ajansa wan dê beşdarî danûstandinên li Swîsreyê bibe da ku çavdêriya aliyên teknîkî û mekanîzmayên cîbicîkirina peymana nû ya navbera Washington û Tehranê bike.
Rêveberê Giştî yê IAEA Rafael Grossi, bal kişand ser civîna ku biryar e roja înê (19.06.2026) li Swîsreyê were lidarxistin. Grossi diyar kir, ajansa wan amade ye di çarçoveya mekanîzmayên teknîkî û çavdêriyê de, erkê xwe yê navdewletî pêk bîne.
Ev daxuyaniya Grossi piştî wê yekê tê, hikûmeta Swîsreyê bi fermî ragihandibû ku nûnerên Tehran û Washingtonê, ligel navbeynkarên herêmî û aliyên peywendîdar, dê gera yekem a danûstandinan dest pê bikin. Ev civîn wekî pêngava yekem a pratîkî ya piştî îmzekirina "Yadaştnameya Îslamabadê" tê hejmartin, ku berî îro ji bo bidawîkirina şer hatibû îmzekirin.
Tê çaverêkirin ku gotûbêjên li Swîsreyê, zêdetir li ser hûrgiliyên teknîkî yên cîbicîkirina peymanê û avakirina çarçoveyeke nû ya çavdêriyê li ser çalakiyên atomî yên Îranê bin.
Li gorî nexşerêya aştiyê, ev gera danûstandinan dê bingeha lihevkirina dawî ya ku tê payîn di nava 60 rojan de temam bibe, ava bike.