Li Zaxoyê ji ber teqîna botlekî gazê 11 kes birîndar bûn

Zaxo
Zaxo

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber teqîna botlekê gazê di nav malekê de li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, 11 endamên malbatekê birîndar bûn û bo wergirtina çareseriyê ji bo nexweşxaneya Dihokê hatin birêkirin.

Şeva borî li taxa "Şiqa" ya bajarê Zaxoyê, botlekê gazê di nav malekê de teqiye û ji ber hindê agir berbûye wê malê. Di encama wê rûdanê de, 11 kes, ku hemî endamên yek malbatê ne, birîndar bûne.

Li ser rewşa tenduristiya birîndaran, hatiye diyarkirin ku ew hemî ji bo Nexweşxaneya Sotinê ya Dihokê hatine birêkirin û niha li bin çavdêriya hûr a pizîşkî de ne.

Ev ne cara yekê ye teqîna botlên gazê li wê deverê diqewime; di meha Tebaxê ya sala borî de jî ji ber teqîna botlê gazê yê timbêlekê, du birayan jiyana xwe ji dest dabû û du kesên din jî birîndar bûbûn.

Ev rûdan di demekê de ye ku pirsa silametiyê û bikaranîna gazê bûye cihê pûtepêdana cidî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Di civîna roja 23ê Mijdarê ya Encûmena Wezîran de, biryar hatibû dan ku rênmayî bên tundkirin û lêpirsîn li ser pîver, rêkarên silametiyê û destûriya karan bê kirin, ligel dabînkirina pêdivîtiyên dezgehên Berevaniya Şaristanî, şaredarî û tenduristiyê ji bo rûbirûbûna her îhtîmaleka nexwestî.