Xurmato: Zarokekî 13 salî di projeya ava vexwarinê de xeniqî
Navenda Nûçeyan (K24) - Vê sibehê zarokekî di jiyê 13 saliyê de di projeya ava vexwarinê ya Xurmatoyê de xeniqî, piştî wê yekê ku bi merema melekirinê (avjeniyê) çûbû ser wê projeyê.
Yasir Eyad, ku mamê wî zarokê xeniqî ye, ji Kurdistan24ê re ragihand ku navê biraziyê wî Yûsif Welîd e û 13 salî ye. Ew îro saet 07:00 ê sibehê, di dema çêrandina terş û kewalên xwe de, di projeya ava Xurmatoyê de xeniqiye.
Mamê wî amaje bi wê yekê jî da ku Yûsif ji neteweya Ereb e û karê wî şivantî bûye. Piştî vê rûdanê, termê wî ji aliyê welatiyekî Kurd ê şêniyê Xurmatoyê ve ji nav avê hatiye derxistin û ji bo Nexweşxaneya Giştî ya wî bajarî hatiye şandin.
Ev rûdan di demekê de ye ku ligel bilindbûna pileyên germê û çûna welatiyan bo deverên geştiyarî û ser rûbaran, Berevaniya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê hejmareka rênmayiyên tund belav kiriye û tekez dike ku, salane ji ber pabendnebûna bi rênmayiyan, gelek rûdanên xeniqînê li wan cihan tên tomarkirin ên ku bo melekirinê ne guncayî ne.
Berevaniya Şaristanî hişyariyê dide welatiyan ku nabe li wan cihên ku tabloya "Melekirin qedexe ye" lê hatiye danan biçin nav avê, ji ber ku piraniya caran di binê rûbar û golan de telhên xwezayî yên mîna herî û kurr an jî avên kujek tê de hene, ku avjenên jêhatî jî nikarin xwe jê rizgar bikin.
Her di nav wan rênmayiyan de hatiye ku, bikaranîna sedemên silametiyê mîna "êlekên rizgarbûnê" û çavdêriya hûr bo zarokan, garantiya mana jiyanê ne. Daxwaz jî ji welatiyan tê kirin ku bi berpirsiyarî serederiyê bikin, da ku geşt û demên wan ên xweş bo karesat û behiyan neyên guhertin.