Zaxo.. Li deşta Silêvaneyê navendeke hespsiwariyê hat vekirin

Zaxo (K24) – Li deşta Silêvaneyê ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ve, ciwanekî projeyeke nûjen a hînbûna hespsiwariyê vekiriye. Ev proje ku di herêmê de yekem e, bi armanca handana ciwanan û geşkirina kerta geştyariyê hatiye avakirin.

Ji bo vejandina werzişên resen û balkişandina geştyaran, li deşta Silêvaneyê navendeke taybet a perwerdehiya hespsiwariyê hat vekirin. Proje ji aliyê ciwanekî bi navê Nîwar Sidîq ve hatiye amadekirin û di demeke kurt de rastî pêşwaziyeke mezin a welatiyan hat.

Xwediyê projeyê Nîwar Sidîq destnîşan kir, di navenda wan de niha pirtirî 10 hespên resen hene û xulên perwerdehiyê ji bo her temenî têne dayîn. Di sê rojên destpêkê yên vekirina projeyê de, zêdetirî 200 kesan navên xwe ji bo beşdariya di xulên hespsiwariyê de tomar kirine, ku ev yek nîşana daxwaza mezin a xelkê deverê bo vê werzişê ye.

Welatiyên herêmê vê pêngavê wekî derfeteke girîng ji bo ciwanan û malbatan dibînin. Ciwanê bi navê Husên Necman diyar kir, ev cure çalakî ji bo herêmê pêwîst in û dibin sedema geşbûna geştyariyê. 

Her wiha ciwanê bi navê Selah Beşîr jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku êdî ciwanên herêmê dikarin li nêzîkî xwe fêrî hespsiwariyê bibin û demên xwe yên vala bi werzişeke bi feyde derbas bikin.

Ev proje ne tenê wekî navendeke werzişî, lê di heman demê de wekî projeyeke geştyarî tê dîtin ku dê bandoreke erênî li ser navûdengê deşta Silêvaneyê û herêma Zaxoyê bike.