Eco Iraq: Ziyana Iraqê ji ber girtina Tengava Hurmizê gihîşt 37 mîlyar dolarî

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha "Eco Iraq" ragihand, ji ber girtina Tengava Hurmizê, Iraqê nêzîkî 350 mîlyar bermîlên petrolê ji hinardekirina xwe ji dest daye, ku bihayê wan bi 37.7 mîlyar dolarî tê texmînkirin.

Rewangeha "Eco Iraq" di daxuyaniyeke nû de ku îro 20ê Hezîrana 2026an belav kir, aşkere kir ku girtina Tengava Hurmizê, derbeke giran li aboriya Iraqê xistiye. Li gorî raporê, Iraqê beriya girtina tengavê (di 28ê Sibatê de), mehane di navbera 103 heta 107 mîlyon bermîlên petrola xam hinarde dikir. Lê belê, piştî aloziyên serbazî û girtina vê rêya deryayî, asta hinardekirinê bi awayekî berbiçav daket.

Rewangehê amarên hinardekirina mehane ya Iraqê piştî 28ê Sibatê bi vî rengî rêz kirine:

- Meha Adarê: 84,395,049 bermîl

- Meha Nîsanê: 93,115,870 bermîl

- Meha Gulanê: 92,801,000 bermîl

- Meha Hezîranê: Nêzîkî 79,600,000 bermîl

Di raporê de tê diyarkirin ku ji ber van kêmasiyan, Iraqê di çar mehan de bi giştî nêzîkî 350 mîlyon bermîl petrol ji dest daye. Bi hesabê nirxê petrolê yê di vê heyamê de, ev windahî dibe sedema ziyaneke aborî ya bi qasî 37.7 mîlyar dolarî. Ev yek di demekê de ye ku aboriya Iraqê bi rêjeya %90 pişta xwe bi dahata firotina petrolê girê dide.

Girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên di 28ê Sibata 2026an de pêk hat. Vê pêngavê derbeke mezin li aboriya cîhanê û hilberîna petrolê ya welatên Rojhilata Navîn xist, ku bû sedema bilindbûna bihayê petrol û gazê li bazarên cîhanî.