Rêber Ehmed: Hewlêr û Bexda li ser parastina kêlgehên petrolê lihev kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêmê li ser dabînkirina garantiya ewlehiyê ji bo kêlgehên petrolê li hev kirine. Armanca vê pêngavê handana kompanyayên biyanî ye, da ku dest bi hinardekirina petrolê bikin.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 20ê Hezîrana 2026an di daxuyaniyekê de ji bo rojnamevanan, hûrguliyên giring derbarê dosyeyên ewlehiyê yên hevbeş, destpêkirina berhemanîna petrolê, rewşa penaberan û hevahengiya serbazî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de parve kirin.
Ji bo kompanyayan garantiya ewlehiyê
Rêber Ehmed aşkere kir ku ji bo vegera kompanyayên navdewletî yên petrolê, lihevkirinek di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye. Herwiha destnîşan kir ku ji ber êrîşên bi dron û mûşekan ên di demên borî de, kerta petrolê ziyaneke mezin dîtibû, lê niha ji ber krîza aborî ya Iraqê û navçeyê, her du alî jî hewcedarî destpêkirina hinardekirina petrolê ne.
Li gorî gotinên Wezîrê Navwe, kompanyayên petrolê ji bo destpêkirina karên xwe du mercên parastina mafên wan ên darayî û dabînkirina garantiya ewlehiyê li dijî her cure êrîşekê danîne:
Rêber Ehmed got: "Di serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê de, li ser vê mijarê lihevkirin hat kirin. Şandeke ewlehî, hewalgirî û serbazî ya Iraqê serdana Herêmê kirin û ji nêzîk ve kêlgehên petrolê lêkolîn kirin. Em li benda plana wan in, da ku sîstemeke parastinê ya asmanî were danîn û metirsiyên li ser kêlgehan kêm bibin."
Rewşa kampên Kurdên Rojhilat û peymana ewlehiyê
Derbarê peymana ewlehiyê ya navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Îranê de ku taybet e bi koçberên Rojhilatê Kurdistanê, Wezîrê Navxwe diyar kir ku her çend peymanek hebe jî, lê di demên borî de bi mûşek û dronan êrîşî kampan hatiye kirin û peyman hatiye binpêkirin. Ehmed got: "Em niha bi Bexda û Îranê re di nava peywendiyê de ne, da ku ev gef bi dawî bibin û koçber di nava aramiyê de bijîn."
Pêvajoya aştiyê û krîza PKK-Tirkiyeyê
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Rêber Ehmed behsa pevçûnên navbera PKK û Tirkiyeyê kir û destnîşan kir ku niha gotûbêj ji bo destpêkirina pêvajoyeke aştiyê li Tirkiyeyê hene. Herwiha hêvî xwest ku deverên sînorî ji hêzên çekdar û pevçûnan werin valakirin, da ku xelkê gundên sînorî bi silametî vegerin ser mal û milkên xwe.