Bijîşkekî Kurd xelata baştirîn bijîşkê Rûsyayê bi dest xist
Navenda Nûçeyan (K24) - Di merasîmeka mezin de bi amadebûna berpirsên bilind ên hikûmeta Rûsyayê, bijîşkê Kurd Dr. Ronî Beha Mayî xelata baştirîn bijîşkê Rûsyayê bo sala 2026ê wergirt, ew jî wekî rêzlêgirtinekê bo pîşesazî û afirandina wî ya bijîşkî di warê çareserkirina mejî û demaran de.
Ahenga "Prizvaniyê", ku her sal bo baştirîn bijîşkên Rûsyatê tê rêkxistin, bi amadebûna Cîgira Serokwezîrê Rûsyayê Tatyana Golîkova û Wezîrê Tenduristiyê yê Rûsyayê Mîxaîl Muraşko bi rê ve çû. Dr. Ronî wekî yekane bijîşkê Kurd di nav lîsteya xelatkiriyan de bû.
Dr. Ronî Beha Mayî, ku bijîşkê neştergeriya zarokan e, di daxuyaniyeka taybet de bo peyamnêrê Kurdistan24ê Xoşevî Mihemed bal kişand ser afirandinan xwe û tîma xwe û got: "Ev neştergerî bo zarokan li vê derê li Rûsyayê tê kirin û nûtirîn teknolojiya cîhanê ye. Em bi rêya neştergeriyê genên (genes) saxlem dixin nav mêjiyê zarokî, daku cihê genên xerab bigire; bi vê yekê jî zarok dikare bi awayekê asayî mezin bibe û bilive."
Dr. Ronî li gel tîma xwe rêyeka nû bo çareserkirina nexweşiya "kêmiya dîkarboksîleyzê" vedîtiye. Ev nexweşî dibe sedema lengbûna laş û kêmendamiya tund, bi wekî ku zarok tenê bi rêya boriyê dikare xwarinê werbigire.
Bijîşkê neştergeriya zarokan Dr. Dmitriy Rishkeve jî ji aliyê xwe ve bo peyamnêrê Kurdistan24ê behsa giringiya vê çareseriyê kir û got: "Ev rêyeka nû ye bo rizgarkirina wan zarokên ku pêştir rûbirûyî mirinê dibûn. Bi bizava tîma me, me karî vê afirandinê bikin. Niha em dikarin di temenê kêmtir ji salekê de neştergeriyê bo wan zarokan bikin û wan vegerînin nav jiyaneka asayî."
Herwesa bijîşkê bengê Sergey Grelik jî kêfxwesiya xwe bi vê destkeftiya zanistî diyar kir û ji Kurdistan24ê re got: "Ez dilxweş im ku bi tîma me re tevlî vê bûyera giring bûm. Me karî vê afirandina mezin bi dest bixin û di paşerojê de em dixwazin zêdetir pêş bixin daku zêdetir zarokan çareser bikin."
Ev neştergerî bi rêya şaşeya hişmend (smart screen) û çavdêriya vîdyoyî tê kirin, ku derman gelek bi kêmî ji bo cihê armanckirî di nav mejî de tê gihandin. Ev destkeftiya bijîşkî mîna şanaziyeka mezin ji bo Kurdên derveyî welat tê hejmartin.
Xelata "Prizvaniyê" mezintirîn û giringtirîn xelata warê bijîşkî ye li welatê Rûsyayê, ku her sal pêşkêşî wan bijîşk û zanayan tê kirin ên ku afirandinên nû û bibandor di kerta tenduristiyê de dikin.
Nexweşiya Kêmiya Dîkarboksîleyzê nexweşiyeka kêmpeyda û mîratî ye, ku dibe sedema têkçûna sîstema demaran û mejî. Ji ber vê nexweşiyê, laş nikare madeyên kîmyayî yên giring ên mîna Dopamîn û Serotonîn berhem bîne.
Çareserkirina vê nexweşiyê bi rêya guhertina genan û neştergeriya mejî pêngaveka pir mezin e di zanistê bijîşkî yê serdem de, ku hêviyê dide bi sedan malbatan li seranserî cîhanê ku zarokên xwe ji wê nexweşiyê xilas bikin.