Pizîşkiyan: Em dest ji mafê dewlemendkirina uranyumê bernadin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand, ew di mijara dewlemendkirina uranyumê de paşve gav navêjin. Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwar ku heke lihevkirin çênebe, ew ê Tengava Hurmizê bixin bin kontrola xwe.
Aloziyên navbera Tehran û Washingtonê li ser bernameya atomî û kontrolkirina rêyên deryayî careke din germ bûn. Her du serokan bi daxuyaniyên tund peyamên dijber dan hev.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, îro 21ê Hezîrana 2026an di daxuyaniyekê de tekez kir, dewlemendkirina uranyumê mafê welatê wî yê rewa û jêneger e. Pizîşkiyan got: "Em bi ti awayî ji dewlemendkirina uranyumê paşve gav navêjin. Aliyê beramber di danûstandin û hevkêşeyan de neçar e ku vê rastiyê qebûl bike."
Ev daxuyaniyên Pizîşkiyan di demekê de ne ku mijara dewlemendkirina uranyumê xala herî nakok û sereke ye di navbera Îran û Amerîkayê de.
Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de li gel kanala "Fox News"ê, hişyariyên tund arasteyî Tehranê kirin. Trump diyar kir ku heke bi Tehranê re negihîjin rêkeftineke nû, ew ê bacê li ser derbasbûna keştiyan ji Tengava Hurmizê ferz bikin.
Trump gefên xwe kûrtir kirin û got: "Heke pêwîst bike, em ê bi temamî Tengava Hurmizê bixin bin kontrola xwe." Trump her wiha peyameke rasterast da rayedarên Îranê û got: "Heke hûn Tengava Hurmizê bigirin, hûn ê welatê xwe winda bikin û danûstandinkarên we jî dê nikaribin vegerin welatê xwe."