Serok Barzanî û Usame Nuceyfî rewşa Iraq û herêmê gotûbêj kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Partiya Muttehîdûn Usame Nuceyfî û şandeya pê re kir û rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 21ê Hezîrana 2026an pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Partiya Muttehîdûn Usame Nuceyfî û şandeya pê re kir ku ji hejmarek kesayetên siyasî yên Iraqî pêk dihat. 

Li gorî Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û asteng û derfetên li pêşiya proseyên siyasî yên Iraqê hatin gotubêjkirin. 

Her wiha di civînê de tekezî li ser hevahengiya navbera aliyên siyasî ji bo derbasbûn û çareserkirina kêşeyan hat kirin.