Hikûmeta Herêma Kurdistanê 24 projeyên geştiyariyê li seranserê herêmê radigihîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo curbicurkirina çavkaniyên dahatê û geşkirina sektora geştiyariyê de, nexşerêyeke nû ya veberhênanê ragihand ku 24 projeyên stratejîk li seranserê parêzgeh û îdareyên serbixwe li xwe digire. Ev proje bi piştgiriya Desteya Veberhênanê û Desteya Giştî ya Geştûguzarê hatine amadekirin û zevî û binesaziya pêwîst ji bo wan hatine dabînkirin.
Pêştir Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema Pêşangeha Geştiyariyê ya Rojhilata Navîn de ragihandibû: "Hikûmeta me bi hemû şiyana xwe kar dike ji bo hêsankarî, veberhênan û pêşxistina vê sektorê, da ku bibe çavkaniyeke dahatê ya berdewam ji bo Herêma Kurdistanê."
Serokwezîr tekez kiribû, geştiyarî amûreke bibandor e ji bo naskirina Kurdistanê li cîhanê ji aliyê gel, çand, dîrok û cografyaya dilrevîn ve û hikûmet pabend e bi dabînkirina hemû hêsankariyan ji bo veberhênerên navxweyî û biyanî.
Hûrgiliyên derfetan li gorî parêzgeh û îdareyên serbixwe:
Parêzgeha Hewlêrê
Parêzgeha Hewlêrê ku wekî navenda biryarên siyasî û paytexta Herêma Kurdistanê tê naskirin, niha amadekariyan ji bo guhertineke mezin di sektora geştiyariyê de dike.
Parêzgeha Hewlêrê ku li navenda Herêma Kurdistanê ketiye, bi keleha xwe ya dêrîn tê naskirin ku yek ji kevntirîn cihên cîhanê ye ku heta niha jiyan tê de berdewam e. Li gel keleh, minare û bazara folklorî ya Qeyserî, hebûna deverên wekî Şeqlawe, Çiyayê Sefîn û devera Soranê, wisa kiriye ku Hewlêr bibe navendeke giring a geştiyarî û bêhnvedanê li herêmê.
1. Projeya Gundê Çinêran: Havîngeheke modern li Şeqlawê
Çinêran gundekî dilrevîn û ciwan e ku bi gir û daristanên kesk hatiye dorpêçkirin û li nêzîkî bajarokê Şeqlawê dikeve. Ev gund di tevahiya salê de xwedî keşûhewayeke hênik e û 50 kîlometre ji navenda Hewlêrê dûr e.
- Taybetmendî: Nêzîkbûna ji Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û sirûşta wê ya destpênekirî, girîngiyeke zêde daye vê deverê.
- Rûbera zeviyê: 200 donim (50,000 m²).
- Binesazî: Rê, kareba, av û înternet.
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Otêl û xaniyên geştiyarî, cihên şahiyan, xwaringeh û melevangeh.
2. Projeya Tewiskeyê: Geştiyariya jîngehî li binara Safînê
Tewiske devereke keskayî ya ciwan e li binara Çiyayê Safîn. Ev der ku 47 kîlometreyan ji Hewlêrê dûr e, jîngeheke nimûneyî lê heye ji bo derbaskirina demê di nava siruştê de û encamdana çalakiyên serkêşiyê.
- Taybetmendî: Zevî milkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ye û di masterplana geştiyariyê de hatiye cihkirin.
- Rûbera zeviyê: 16 donim (40,000 m²).
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Otêl û motel, gundê geştiyarî, cihê festîvalan û çalakiyên werzişî.
3. Projeya Gopal: Komelgeha geştiyarî li ser Zêyê Mezin
Devera Gopal li nahiya Daraşekranê, cihekî stratejîk e li ser rêya sereke ya Hewlêr-Dihokê. Ev dever xwedî dîmeneke balkêş e li ser rûbar û têkeliyek e ji bedewiya siruştê û navendên çandiniyê yên xumalî.
- Taybetmendî: Wekî rawestgeheke giring ji bo rêwiyên navbera Hewlêr û Dihokê tê dîtin ji bo geştiyariya hemû demsalan.
- Rûbera zeviyê: 18 donim (45,000 m²).
- Binesazî: Rasterast li ser rêya qîrkirî ye û xizmetguzarî lê hene.
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Otêl û motel, hola konsertan, cihê nîşandana berhemên xumalî û devera çalakiyên ser qûm û avê.
Parêzgeha Silêmaniyê
Parêzgeha Silêmaniyê ku wekî "Paytexta Rewşenbîrî" ya Herêma Kurdistanê tê naskirin û bi çiyayên Ezmer û Goyjeyê hatiye dorpêçkirin, bûye bala hikûmetê ji bo pêşxistina sê projeyên mezin ên geştiyariyê.
1. Projeya Rûbarê Sîrwanê (Derbendîxan): Havîngeheke jîngehî
Rûbarê Sîrwanê ku di nav bajarokê Derbendîxanê re derbas dibe, dîmeneke ciwan di nav gelî û çiyayan de afirandiye. Ev proje derfeteke zêrîn e ji bo veberhênana di geştiyariya avî û jîngehî de.
- Cih û dûrahî: 14 xulek ji Derbendîxanê û 68.7 kîlometre ji navenda Silêmaniyê dûr e.
- Rûbera zeviyê: 124 donim (308,995 m²).
- Taybetmendî: Xwedî şiyaneke mezin a bikarnehatî ye û zeviyê wê li qeraxa rûbar e.
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Otêl, xwaringeh, qada lîstikê ya malbatî û çalakiyên avî (melevanî û werzişa avî).
2. Projeya Pîremegrûnê (Dukan):
Çiyayê Pîremegrûnê dîmeneke panoramîk a ciwan li ser Dukan û Mêrgepanê heye. Ev dever têkeliyek e ji bedewiya siruştê û mîrasa dîrokî û olî (mezargehan), ji ber vê yekê ji bo hemû demsalan guncaw e.
- Cih û dûrahî: Qezaya Dukanê, tenê 24 xulekan ji bajarê Silêmaniyê dûr e.
- Rûbera zeviyê: 120 donim (300,000 m²).
- Taybetmendî: Zeviyeke çiyayî û bi kevir e ku dikare bibe navendeke cîhanî ji bo geştiyariya serpêhatiyê.
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Xaniyên geştiyarî, saziyên geştiyarî yên olî û çandî, û parka sirûştî.
3. Projeya Şikefta Hezar Mêrd:
Şikefta Hezar Mêrd ku dîroka wê vedigere serdema kevirî ya kevin (paleolîtîk), yek ji giringtirîn şûnwarên dîrokî yên cîhanê ye. Armanca vê projeyê avakirina komelgeheke geştiyariyê ye ku dîrok û werzişa çiyageriyê bîne cem hev.
- Cih û dûrahî: 13 kîlometre li başûrê rojavayê Silêmaniyê ye û gihîştina bi wê bi rêya qîrkirî pir hêsan e.
- Rûbera zeviyê: 163 donim (407,000 m²).
- Taybetmendî: Cihekî wê yê bilind heye ku li ser bajar û girên derdorê dinêre.
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Otêl û xaniyên geştiyarî, muze û navenda çandî, çalakiyên serpêhatiyê û çiyagerî.
Parêzgeha Helebceyê
Parêzgeha Helebceyê ku wekî sembola xweragirtin û parastina jîngehê li Herêma Kurdistanê tê naskirin, niha amadekariyan dike ji bo rakêşana veberhênanên mezin di sektora geştiyariyê de. Ev parêzgeha ku bi sirûşta xwe ya dilrevîn a devera Hewraman, Biyare û Tewêleyê navdar e, salane pêşvaziya zêdetirî 700 hezar geştiyaran dike û hikûmet jî dixwaze vê hejmarê çend qat zêde bike.
Helebce li başûrê rojhilatê Herêmê dikeve, bi jîngeha xwe ya paqij û baxên xwe yên gûz û hinaran tê naskirin. Hebûna monûmenta şehîdan û deverên geştiyarî yên dîrokî, wisa kiriye ku ev parêzgeh bibe mebesteke sereke ya geştiyarên navxweyî û yên welatên cîran.
1. Projeya Serçaveya Rîşênê (Xurmal): Havîngeh
Serçaveya Rîşênê ku li binara Çiyayê Sûrênê ketiye, tenê nîv saetê ji Biyareyê dûr e. Ev dever ji ber hebûna ava zelal û deştên kesk, zemînekî nimûneyî ye ji bo projeyeke geştiyarî ya stratejîk.
- Taybetmendî: Ev der derfeta "pêşengbûnê" dide veberhêneran, ji ber ku heta niha tu projeyên mezin lê nehatine cîbicîkirin.
- Rûbera zeviyê: 12.84 donim (32,100 m²).
- Binesazî: Rêya qîrkirî û karebaya stabîl ji bo wê hatiye dabînkirin.
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Kafeterya, xwaringeh, sekoyên bêhnvedanê, nafore û parka avî.
2. Projeya Serçaveya Zelmê (Biyare): Geştiyarî li tenişt sulavê
Serçaveya Zelmê yek ji naskirintirîn şûnwarên geştiyarî yên Kurdistanê ye, ku tavgiyeke 25 metreyî û daristan lê hene. Ev dever ji ber bazara karên destan û festîvalên çandî, xwedî navûdengekî cîhanî ye.
- Taybetmendî: Tevî hebûna geştiyarekî zêde, dever pêdiviyeke mezin bi havîngeheke pêşkeftî li gorî pîverên navneteweyî heye.
- Rûbera zeviyê: 13 donim (32,500 m²).
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Motel, kabînên nîştecihbûnê, xwaringeh û qada lîstikê ya zarokan.
3. Projeya Awêser û Bendava Baweşasiwar: Geşkirina Germiyan û Hewramanê
Devera Awêserê di dilê Hewramanê de bi deryayek ji darên gûzê û kaniyên sar tê naskirin. Di heman demê de, di çarçoveya van derfetan de, projeya Bendava Baweşasiwar li Îdareya Germiyanê hatiye pêşkêşkirin.
- Taybetmendî: Bendava Baweşaswar derfeteke zêrîn e ji bo veberhêneran li devereke ku hîn nehatiye pêşxistin, ku salane 400 hezar geştiyar berê xwe didinê.
- Rûbera zeviyê: 70 donim (175,000 m²).
- Binesazî: Rêya gihîştinê û karebaya amade lê heye.
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Otêl û motel, hewza soberiyê (melevange), çalakiyên werzişî û navenda derbaskirina demê.
Îdareya Germiyanê
Îdareya Germiyanê ku bi deştên xwe yên berfireh û dîroka xwe ya resen tê naskirin, amadekariyan dike da ku bibe yek ji navendên nû yên veberhênana geştiyariyê li Herêma Kurdistanê.
Devera Germiyanê ku çendîn şûnwarên dîrokî yên giring wekî "Keleha Şêrwaneyê" li xwe digire, ji ber cihê xwe yê cografî û qeraxên Rûbarê Sîrwanê, xwedî taybetmendiyeke geştiyarî ya nayab e. Salane nêzîkî 400 hezar geştiyar serdana vê deverê dikin, ev jî zemînekî guncaw ji bo veberhênanê afirandiye.
1. Projeya Bendava Baweşasiwar (Kifrî): Komelgeha geştiyarî ya malbatî
Ev proje li bakurê Îdareya Germiyanê û li nêzîkî bajarokê Kifriyê dikeve. Cihê wê tenê 10 xulekan ji Kifriyê û 40 xulekan ji bajarê Kelarê dûr e, ku dîmeneke bedew di navbera du çiyan de li ser rûbar afirandiye.
- Taybetmendî: Dever ji bilindahiyên ser bendavê û zeviyên dûz ên nêzîkî avê pêk tê, ku ji bo hemû demsalan guncaw e.
- Rûbera zeviyê: 50 donim (125,000 m²).
- Binesazî: Rêya qîrkirî, kareba û înternet ji bo wê hatine dabînkirin.
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Motel, xwaringeh û kafeterya, xaniyên geştiyarî û cihê taybet ji bo lîstika zarokan.
2. Projeya Qulaberzê (Kelar):
Devera Qulaberzê li nahiya Pêbazê, li ser rêya sereke ya Kelar-Derbendîxanê ketiye. Ev proje derfeteke baş e ji bo veberhênanê di bazareke destpênexistî de ku nêzîkî sînorên welatê Îranê ye.
- Taybetmendî: Cihê wê li qeraxa Rûbarê Sîrwanê ye û ji bo geştiyariya jîngehî û werzişên serkêşiyê nimûneyî ye.
- Rûbera zeviyê: 100 donim (250,000 m²).
- Binesazî: Gihîştina hêsan a bi rêya sereke û xizmetguzariyên giştî.
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Otêl û vîlayên geştiyarî, teleferîk, kornîşa qeraxa rûbar, parka siruştî û çalakiyên wekî (çiyagerî, siwarbûna hespan û belemvanî).
3. Projeya Havîngeha Sertekê (Xaneqîn): Geştiyariya çiyayî û qeraxa rûbar
Devera Sertekê ku ketiye navbera du çiyayên bilind û li nêzîkî Rûbarê Sîrwanê ye, yek ji deverên siruştî yên herî balkêş ên Îdareya Germiyanê ye. Ev der ji ber dîmenên xwe yên dilrevîn, di piraniya demsalên salê de ji bo geştiyariyê guncaw e, bi taybetî di demsalên bihar û zivistanê de ku sirûşta wê dibe tabloyeke kesk û ciwan.
- Taybetmendî: Ev der devereke geştiyarî ya destpênekirî ye û ti projeyên mezin ên geştiyariyê lê nînin; ev jî derfeteke zêrîn diafirîne da ku bibe cihekî geştiyarî yê pêşeng. Rêya gihîştina bi vê derê qîrkirî ye û xizmetguzariyên wekî kareba, av û înternet ji bo wê hatine dabînkirin.
- Rûbera zeviyê: 50 donim (125,000 m²).
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Motel, xwaringeh û kafeterya, xaniyên geştiyarî (vîla), qada lîstikê ya zarokan û çalakiyên curbecur ên derbaskirina demê.
Îdareya Serbixwe ya Soranê
Îdareya Serbixwe ya Soranê ku wekî "Bokanê Bakur" û dewlemendtirîn devera herêmê ji aliyê çavkaniyên avê û siruşta çiyayî ve tê naskirin, amadekariyan dike ji bo werçerxaneke (guhertineke) dîrokî di sektora geştiyariyê de.
Ev dever ku bi tavgên Geliyê Elî Beg û Bêxalê, û havîngehên wekî Sekran û Cundiyanê navdar e, xwedî lûtkeyên herî bilind ên wekî Helgurd, Korek û Hesen Beg e. Van taybetmendiyan wisa kiriye ku Soran di zivistanê de ji bo werzişên ser berfê û di havînê de ji bo hênikahiya xwe bibe navenda sereke ya bêhnvedanê.
1. Projeya Çiyayê Helgurdê (Çoman): Mezintirîn havîngeha xulîskana ser berfê
Çiyayê Helgurdê ku bi bilindahiya 3607 metreyan duyemîn lûtkeya herî bilind a Herêma Kurdistanê ye, tê kirin navendeke navdewletî ji bo geştiyariya serkêşî û werzişên zivistanê.
- Taybetmendî: Ev der tenê 30 xulekan ji Çomanê dûr e û di tevahiya salê de berf lê heye. Tevî şiyana wê ya mezin, heta niha ti xizmetguzarî lê nîn in û ev yek derfeta "pêşengbûnê" dide veberhêneran.
- Rûbera zeviyê: 295 donim (737,230 m²).
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Otêl û vîla, navenda xulîskana ser berfê, teleferîk û rêyên çiyageriyê.
2. Projeya Şikefta Bêstûnê (Xelîfan): Geştiyariya dîrokî û arkiyolojîk
Şikefta Bêstûnê li ser Çiyayê Biradostê, yek ji şikeftên dîrokî yên herî ciwan ên cîhanê ye ku dîroka wê vedigere serdema Neandertalan. Ev der xwedî stûnên kevirî yên siruştî û ronahiyeke dilrevîn e.
- Taybetmendî: Ji ber ku niha tu proje lê nînin, ev der dê bibe yekemîn navenda geştiyarî ya dîrokî û serpêhatiyê li wê deverê. Rêya gihîştina pê qîrkirî ye û înternet lê heye.
- Rûbera zeviyê: 8 donim (20,375 m²).
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Xwaringeh û kafeterya, muzeya dîrokî û navenda geştiyariya jîngehî.
3. Projeya Kaniya Dengareyê (Rewandiz): Havîngeh û parka avî
Ev proje li binara Çiyayê Hendrênê li devera Berzêweyê ketiye, ku bi ava xwe ya zêde û keşûhewaya xwe ya hênik navdar e. Tenê 20 xulekan ji Soran û Rewandizê dûr e.
- Taybetmendî: Dever bi kaniyên diherikin û daristanên siruştî tije ye. Ev proje dê sûdê ji wê liv û tevgera mezin a geştiyariyê wergire ku li devera Rewandizê heye.
- Rûbera zeviyê: 6 donim (15,000 m²).
Pêkhateya pêşniyazkirî: Motel û gundê geştiyarî, parka avî (aqua park), spaya siruştî û qada lîstikê ya zarokan.
Îdareya Serbixwe ya Raperînê
Îdareya Serbixwe ya Raperînê ku wekî "Dergehê Raperînê" û devera deştên kesk û çavkaniyên avê yên dewlemend tê naskirin, amadekariyan dike ji bo werçerxaneke mezin di sektora geştiyariyê de. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya masterplana xwe ya nû de, sê derfetên zêrîn ên veberhênanê li şûnên herî stratejîk ên vê deverê ragihandine, ku armanca wan rakêşana geştiyarên navxweyî û biyanî ye ji bo devera Ranyeyê, Qeladizê û Hacîawayê.
Ev dever ku beşeke mezin ji qeraxên deryaçeya Dukanê û Derbendê Ranyeyê li xwe digire, xwedî zemînekî pir guncaw e ji bo geştiyariya avî û çiyayî. Salane nêzîkî 250 hezar geştiyar berê xwe didin vê deverê, ev jî wisa kiriye ku hikûmet bifikire projeyan berfirehtir bike.
1. Projeya Çiyayê Makokê (Hacîawa): Geştiyariya panoramîk û serpêhatî
Çiyayê Makokê ji ber cihê xwe yê stratejîk û nihêrîna li ser gola Dukanê, yek ji şûnên herî ciwan e ji bo pêşxistina havîngeheke modern.
- Taybetmendî: Çendîn rûberên dûz û berfireh ji bo veberhênanê hene. Rêya gihîştinê qîrkirî ye û xizmetguzariyên kareba û înternetê ji bo wê hatine dabînkirin.
- Rûbera zeviyê: 280 donim (700,000 m²).
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Otêl û vîla, teleferîk, çalakiyên zivistanê, baxçeyê ajelan (heywanan) û cihê rawestana otomobîlan (parkîng).
2. Projeya Binara Çiyayê Kêwereş (Ranye): Havîngeheke curbicur
Çiyayê Kêwereş ku sîmayê diyar ê bajarê Ranyeyê ye, cihekî pir guncaw e ji bo veberhênana stratejîk ji ber nêzîkbûna ji Zêyê Biçûk û ketina wê ya li ser rêya sereke ya Ranye - Qeladizê.
- Taybetmendî: Ev der derfeta "pêşengbûnê" dide veberhêneran di bazareke destpênexistî de ku nêzîkî sînorên Îranê ye.
- Rûbera zeviyê: 100 donim (250,000 m²).
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Gundê geştiyarî û vîla, teleferîk, kornîşa qeraxa rûbar, parka sirûştî û çalakiyên wekî (çiyagerî û siwarbûna hespan).
3. Projeya Devera Kewye - Delge (Pişder): Geştiyarî di himbêza Asosê de
Ev proje li nahiya Îsêwê û rasterast li ser qeraxa rûbarê Zêyê Biçûk û li binara zincîreçiyayê Asosê ketiye.
- Taybetmendî: Têkeliyeke ciwan e ji rûbar û kaniyên sirûştî, ku ji bo werzên Bihar û havînê hêniktirîn keşûhewa lê heye.
- Rûbera zeviyê: 100 donim (250,000 m²).
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Havîngeha curbicur, teleferîk, xwaringeha qeraxa rûbar, û werzişên avî û belemvanî.
Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê
Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ku wekî dergeheke giring a navdewletî ya Herêma Kurdistanê tê naskirin, niha li ber werçerxaneke mezin a aborî ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya nexşerêya nû ya veberhênanê de, sê projeyên stratejîk ên geştiyariyê li vê deverê pêşkêş kirine, ku yek ji wan wekî mezintirîn projeya geştiyarî ya Herêmê tê hejmartin.
Ev bajarê dêrîn ku bi "Pira Delal" û rûbarê Xabûrê navûdeng daye, xwedî paşxaneyeke dewlemend a şûnwarî û siruştî ye. Salane nêzîkî mîlyonek geştiyar berê xwe didin Zaxoyê, ev jî wisa kiriye ku hikûmet li ser avakirina havîngehên astbilind bifikire ku li gorî daxwazên navdewletî bin.
1. Projeya Zirêzeyê (Batîfa): Mezintirîn derfeta veberhênanê
Ev proje ku li rojhilatê Zaxoyê dikeve, wekî derfeta geştiyarî ya herî mezin li deverê tê hejmartin. Cihê wê bi zincîreçiyayên Serkeş û çavkaniyên ava zelal hatiye dorpêçkirin.
- Rûbera zeviyê: 2175 donim (5,437,500 m²).
- Taybetmendî: Dever heta niha bi awayekî destpênekirî maye û derfeteke bêhempa ye ji bo avakirina parkên siruştî û kompleksên malbatî yên mezin. Binesaziya kareba, av û înternetê ji bo wê hatiye dabînkirin (misoger kirin).
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Otêl û motelên pêşkeftî, xaniyên geştiyarî, hola konsertan û qada lîstikê ya zarokan.
2. Projeya Şeranişê (Derkar): Veberhênan li tenişt sulava herî bilind
Şeraniş ku tenê 40 xulekan ji navenda Zaxoyê dûr e, bi sulava xwe ya 35 metreyî û keşûhewaya xwe ya hênik tê naskirin, ku pileya germiya wê 15 pileyan ji navenda bajêr nizmter e.
- Rûbera zeviyê: 120 donim (301,000 m²).
- Taybetmendî: Dever çiyayî ye û bi avê dewlemend e. Ji ber kêmiya projeyan li vê deverê, veberhêner dikare bibe "pêşengê yekem" li Herêmê.
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Havîngeh, xwaringeh û kafeteryaya modern, û hola merasîman.
3. Projeya Keşanê (Batîfa): Geştiyariya çiyayî û jîngehî
Keşan ku li nahiya Bêgovayê dikeve, bi rûbar û keskayiya xwe ya çirr tê naskirin. Cihekî nimûneyî ye ji bo wan geştiyarên ku li dû rehetî û têkelbûna bi sirûştê digerin.
- Rûbera zeviyê: 25 donim (622,000 m²).
- Taybetmendî: Keşûhewayeke hênik lê heye û cîbicîkirina projeyê lê hêsan e ji ber amadebûna rê û karebayê.
- Pêkhateya pêşniyazkirî: Komelgeha çiyayî, qada werzişên serpêhatiyê û çiyagerî.
Handanên bêhempa ji bo veberhêneran
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina van projeyan, komek îmtiyaz û handanên yasayî û darayî pêşkêş kirine:
1- Dabînkirina zeviyê: Hikûmet zeviyê projeyan dabîn dike û hemû xizmetguzariyan (rê, av, kareba, înternet) digihîne wê derê.
2- Bexşandina ji bacê: Veberhêner ji bo dema 10 salan ji hemû cureyên bac û rismên negumrikî tê bexşandin.
3- Bexşandina gumrikê: Ji bo dema 5 salan hemû keresteyên xam (sereke) yên hawirdekirî ji baca gumrikê tên bexşandin.
4- Xwedîtiya temam: Veberhênerên biyanî mafê wan ê xwedîtiya 100% ê projeya xwe hene.
5- Vegerandina sermayeyê: Destûr tê dayîn ku qezanc û sermayeya veberhênanê bi temamî ji bo derveyî welat bê vegerandin.
Ev derfet niha vekirî ne û veberhêner dikarin bi rêya malpera fermî (invest.gov.krd) an jî bi peywendîkirina bi fermangehên Desteya Veberhênanê re dest bi rêkarên yasayî bikin.