“Kî Me Ez?”: Belgefilmê li ser jiyana Cegerxwîn li Stockholmê hat nîşandan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li paytexta Swêdê, Stockholmê, belgefilmê bi navê “Kî Me Ez?” ku li ser jiyana helbestvan û ronakbîrê mezin ê Kurd Cegerxwîn hatibû amadekirin, hat nîşandan. Belgefilm ji aliyê derhênera Kurd Esin Akgul ve hatiye amadekirin û tê de behsa qonaxên giring ên jiyana Cegerxwîn tê kirin.
Derhênera belgefilm Esin Akgul di dema nîşandana film de ji Kurdistanê re axivî û bal kişand ser giringiya kesayetiya Cegerxwîn. Akgul diyar kir ku Cegerxwîn ne tenê helbestvanek bû, lê ew di heman demê de bîra Kurdî, êş, berxwedan û nasnameya gelê Kurd hilgirtibû ser milên xwe.
Neviya Cegerxwîn, Mîdye Cegerxwîn, ku di çêkirina film de jî beşdar bûye, derbarê têkoşîna bapîrê xwe de zanyariyên giring parve kirin. Mîdye Cegerxwîn destnîşan kir, aliyê polîtîk ê jiyana Cegerxwîn pir dewlemend e û got: “Cegerxwîn ji bo doza Kurdistanê û ramanên xwe, zêdetirî 40 caran ketiye zindanê. Ew li her çar parçeyên Kurdistanê, li Bexda û gelek deveran geriyaye da ku bibe dengê gelê xwe.”
Rojnamevan Firat Aygun jî, ku wekî amadebûyekî film nirxand û got: "Cegerxwîn koçber bû, ew çûbû Bexdayê, çû Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Ev aliyê siyasî û bandora siyasetê ya wê demê, bê ka bi çi awayî li ser kesayetiya Cegerxwîn, helbest û nivîsên wî bandor kiriye, tê nîşandan. Di belgefilm de em gelek kesan dibînin ku ew kes di naskirina Cegerxwîn de roleke wan a giring heye."
Belgefilmê “Kî Me Ez?” bi dîmenên arşîvî, wêneyên malbatî û stranên ku li ser helbestên Cegerxwîn hatine gotin, jiyana vî helbestvanê nemir ji bo nifşên nû dide naskirin.