Kiliçdaroglu serdana Selahattin Demirtaş dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu yên li ser rakirina parêzbendiya parlamenteran, biryar da ku li girtîgeha Edirneyê serdana Selahattin Demirtaş bike.

Necdet Saraç, ku yek ji kesayetên nêzîkî Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ye, ragihand ku di nava çend rojên bê de Kiliçdaroglu dê biçe girtîgeha Edirneyê. Saraç got jî, divê her kes piştî vê serdanê bi hûrgilî guhdariya daxuyaniyên wî bike."

Ev pêngava Kiliçdaroglu di demekê de tê ku wî vê dawiyê bi daxuyaniyên xwe yên li ser rakirina parêzbendiya parlamenteran, raya giştî ya Kurd hêrs kiribû. Kiliçdaroglu di kanaleke navxweyî de diyar kiribû ku ew ji biryara sala 2016an a rakirina parêzbendiyê "ne poşman e". Ev gotinên wî li ser torên civakî û di nav siyasetmedarên Kurd de bû sedema pêleke tûj a rexneyan.

Di sala 2016an de, bi dengên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û bi piştgiriya CHPê, parlamenê biryara rakirina parêzbendiya parlamenteran pesend kiribû. Ev pêngav bû sedema girtina Hevserokê Giştî yê wê demê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş û gelek parlamenterên din ên Kurd.