Senterê Metroyê: Bêdengiya rojnamevanan û sendîkayê li beranberî sivkatiyan cihê daxê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Rêkxistinê yê Senterê Metroyê yê Berevanîkirina ji Mafên Rojnamevanan nerazîbûneka tund li beranberî gotinên Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) nîşan da, ku ji rojnamevanekî bajarê Silêmaniyê re gotibû "Hêştir". Senterê Metroyê ev reftar wekî sivkatî û şermezariyeka mezin binav kir.
Berpirsê Rêkxistinê yê Senterê Metroyê yê Berevanîkirina ji Mafên Rojnamevanan îro (Sêşem, 23ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand: "Sivkatîkirina Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê li beranberî rojnamevanan şermezarî ye, û bêdengiya hevalên wî yên ku li pêşiya wî amade bûbûn jî şermezariyeka din e."
Berpirsê Rêkxistinê yê Senterê Metroyê herwesa ragihand: “Em li benda wê yekê bûn ku ji nav YNKê dengek bilind bibe yan dezgeheke wan daxwaza lêborînê bike, "lê kesên bêdengkirî hatine bêdengkirin."
Navborî herwesa rexne li şêwazê axaftina serkirdetiya siyasî ya YNKê jî girt û got: "Di rastiyê de heke ev awayê axaftina wî ya li gel kesên derveyî xwe be, gelo ew dê li gel hevalên xwe çawa biaxive? Bi taybetî gava ku hêrs dibe."
Berpirsê Rêkxistinê yê Senterê Metroyê pirsiyarek jî kir: "Heke Berpirsê Liqa 4ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Arî Hersîn ev sivkatî li beranberî rojnamevanekî YNKê bikira, dê çi rû bida? Gelo dê eynî bêdengî û eynî helwestê ba?"
Wî berpirsî daxwaz ji rojnamevanan jî kir ku piştgiriya hev bikin û ragihand: "Piştgiriya navbera rojnamevanan pir giring e. Divê ew bê tirs li ser diyardeya sivkatîkirina bi rojnamevanan û pîşeya wan biaxivin."
Herwesa ron jî kir: “Ew bêdengiya hevkarên wî rojnamevanî û Liqa Silêmaniyê ya Sendîkaya Rojnamevanên YNKê jî xeter û xembar e, ji ber gihîştina bi wê astê ji piştgirîkirina hevdu. Kesê ku nekare berevaniyê ji xwe bike, dê çawa bikare berevaniyê ji berjewendiyên giştî bike?"
Li dawiya daxuyaniyê de, Berpirsê Rêkxistinê yê Senterê Metroyê bang li rojnamevanan jî kir û got: "Binivîse û metirse! Ev li beranberî sendîkayê, endamên wê û her rojnamevanekî ku rêzê li pîşeya xwe digire sivkatî bû."