Ozgur Ozel bo Kiliçdaroglu: Bi lez biryara lidarxistina kongreyê bide

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Fraksiyona CHPê li Parlamena Tirkiyeyê Ozgur Ozel daxwaz ji Kemal Kiliçdaroglu dike ku singê xwe bo daxwaza nûneran veke û biryara lidarxistina kongreya giştî bide; herwesa radigehîne: "An em dê rêyekê bibînin, an jî em dê rêyekê çê bikin."

Serokê rakirî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel îro (Sêşem, 23ê Hezîrana 2026ê) di gotarekê de wekî Serokê Fraksiyona partiya xwe li Parlamena Tirkiyeyê bangewaziyek arasteyî Kemal Kiliçdaroglu kir û daxwaz jê kir ku li ser bingeha îmzeyên nûneran, bi zûtirîn dem biryara lidarxistina kongreya giştî ya partiya wan bide.

Ozel rexneyên tund li astengiyên li pêşiya lidarxistina kongreyê girtin û got: "Ji ber derbeya deshilatê, CHP bi rengekê kiryarkî hatiye girtin." Amaje bi wê yekê jî kir ku li şûna ku îmze radestî Komîsyona Hilbijartinan bên kirin, serokatiya partiyê hincetên lêkolînê tîne pêş û astengiyên nû çê dike.

Di pişkeka dî ya axaftina xwe de, Ozel tekez kir ku endamên partiyê serederiya bi wî rengî qebûl nakin û got: "Hezar û çar nûneran îmze kiriye û divê daxwaza wan bê bicihanîn. Ew kesên ku niha di postan de ne nehatine hilbijartin, belkî tenê hatine raspartin."

Serokê Fraksiyona CHPê israra xwe û hevalên xwe li ser guhartinê anî ziman û ragehand: "Heta dawiyê em dê berevaniyê bikin û em dê vê partiyê werbigirin û bikin deshilat; an em dê rêyekê bibînin, an jî em dê rêyekê çê bikin."

Ev alozî û arêşeyên navxweyî yên CHPê di demekê de ne ku li gorî nûtirîn rapirsiya kompaniyaya “O.R.C”ê, heke Ozgur Ozel partiyeka nû ava bike, 18.6% a dengderan dê piştgiriyê bidin wî, di demekê de ku CHP bi serokatiya Kiliçdaroglu tenê %15.2 ya dangan bi dest dixe.