Zêdetirî 9 hezar kesan forma damezrandinê tije kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) - Komîsyona Bilind a Damezirandinê li Parêzgeha Helebceyê ragihand ku pêvajoya tomarkirina navan a elektronî bo damezirandina 250 kesan li ser mîlakê fermangehên parêzgehê îro (Çarşem, 24ê Hezîrana 2026ê) saet 3:00 ê piştî nîvroyê bi rengekê serkeftî bi dawî hat û lînk hat girtin.
Komîsyona Bilind a Damezirandinê li Parêzgeha Helebceyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku heta dema girtina sîstemê, neh hezar û şeş kesan bi rengekê serkeftî forma daxwaza damezirandinê tije kiriye û şandine.
Herwesa behsa wê yekê jî kiriye ku ev pêvajo bo dagirtina valahiya fermangehan e, bi 32 pisporiyên cuda cuda di nav 51 fermangehên hikûmî de li seranserî sînorê parêzgeha Helebceyê.
Komîsyonê bang li hemî pêşkêşkaran kir û ragehand ku di rojên paşerojê de, bi hevahengiyeka rasterast li gel Encûmena Giştî ya Rajeyê, dê dest bi rêkarên amadekarî û hûrbînîkirina forman bê kirin, bi merema vavartin û xalbendîkirina wan bi rengekê şefaf û qanûnî.
Ev pêngav piştî wê yekê tê ku Serokatiya Encûmena Wezîran bi nivîsara xwe ya hejmar 12340 li roja 6ê Cotmeha 2025ê de razîbûna xwe li ser wê daxwazê diyar kiribû, û paşê Parêzgeha Helebceyê di nivîsara hejmar 1/804 de li roja 30ê Adara 2026ê rûberê pisporiyên pêdivî bo damezirandina 250 kesan li ser mîlakê girêbest ê fermangehên hikûmetê li sînorê parêzgehê destnîşan kiribû, ku li ser vî bingehî Encûmena Rajeya Giştî lînka fermî belav kiribû.