CHP: Bo aştiyeke berdewam divê demokrasî û serweriya qanûnê binecih be
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Fraksiyona Partiya Gel a Komarî (CHP) Murat Emir ragihand ku demeka dirêj di ser raporta parlamentoyê re derbaz bûye, lê heta niha tu pêngavên kiryarkî di pêvajoya aştî û demokrasiyê de nayên dîtin.
Murat Emir, ku wekî kesekî nêzîkî Özgür Özel (Serokê Giştî yê niha yê CHPê) tê naskirin, amaje bi wê yekê kiriye ku wan di wê raportê de ji bo bidestxistina aştiyeka berdewam, pêşniyara kiriye ku qanûn serwer be û demokrasiyê bê bicihanîn, lê pêşveçûnên niha berevajî wê arasteyê ne.
Cîgirê Serokê Fraksiyona CHPê Murat Emir di vî warî de dibêje: "Gelek caran me gotiye; divê raporta komîsyonê neyê jibîrkirin û tenê di çarçoveya gotinan de nemîne. Di wê raportê de bi taybetî ji bo bidawîanîna tûndûtîjiyê bi yekcarî, gelek pêşniyar hatibûn pêşkêşkirin, ku pêşniyarên demokrasî û dewleta qanûnê bûn."
Ew berpirsê CHPê herwesa tîne ziman: "Ew raport bi piştgiriya hemî partiyan û hişê bikom ê hemî welatiyan hatibû amadekirin. Me got bila aştî herdemî be, ji bo vê jî me pêşniyar kir ku divê demokrasî û dadperwerî li Tirkiyeyê serwer be."