Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e

Hêmin Hewramî û Liu Jun
Hêmin Hewramî û Liu Jun

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tekez kir ku çalakkirina parlamenî pêngava yekê û herî giring e bo derketina ji xetimîna siyasî ya niha ya Herêma Kurdistanê.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî îro (Çarşem, 24ê Hezîrana 2026ê) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Komara Çînê Liu Jun kir.

Çalakkirina parlamenê û helwesta PDKê

Hêmin Hewramî di wê civînê de tekez li ser helwesta neguhor û berdewam a PDKê kir ku şertê serekî û zemînesazî bo derketina ji xetimîna siyasî ya niha ya Kurdistanê, çalakkirina parlamenê û berpirsyarbûna hemî aliyan e li beramber wî erkê qanûnî, siyasî û neteweyî yê ku di encama hilbijartinên Parlamena Kurdistanê yên 20ê Cotmeha 2024ê de ketiye ser milê hemî hêzên pişkdar.

Di derheqa bizavên siyasî de jî, wî endamê Mekteba Siyasî ya PDKê diyar kir ku destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî, ya ku bi helkefta Cejna Qurbanê ragihandibû, pêngaveka giring û çarenivîssaz e. Hewramî herwesa got jî ku PDK xwaziyar e hemî alî di qonaxa veguhastina nîqaş û danûstandinan bo nav dezgeha parlamenê de hevkar bin.

Encamên hilbijartinan û lihevkirina li gel YNKê

Li ser pêgeha PDKê li deverê, Hêmin Hewramî ron jî kir ku PDK wekî hêza serkeftî ya yekê di hilbijartinên dawiyê de, bi cudahiya zêdetirî 400 hezar dengan bi pêş her du hêzên duyê û sêyê yên Kurdistanê ketiye, ev yek jî mafekê demokratîk û siyasî dide PDKê ku van encaman wekî bingehek di danûstandinên xwe de bi kar bîne.

Herwisa eşkere kir ku di wê lihevkirina siyasî ya li gel Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, ku piştî nêzîkî şeş mehan ji danûstandinan di Gulana 2025ê de hatibû îmzekirin, bingeha hevparî û hevdengiyê (lihevkirinê) kiriye bingeha lihevkirina siyasî ya di navbera her du aliyan de.

Tewerên din ên civînê

Di pişkeka din a wê civînê de, hûrgiliyên pêdivî li ser pêşhatên dawiyê yên peywendiyên li gel hikûmeta federal û lihevkirina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li ser mijarên gumrikê, sîstema ASYCUDAyê û veberhênanê hatin berçavkirin.

Li ser bîranîna 105 saliya damezrandina Partiya Komunîst a Çînê û wan bername û pirojeyên ku bo wê bîranînê tên kirin, Konsulê Giştî yê Çînê hûrgiliyên pêdivî pêşkêş kirin. Herwesa amaje bi kûrahiya stratejîk a peywendiyên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Partiya Komunîst a Çînê kir û hêviya zêdetir berdewamî û kûrbûna wan peywendiyên dîrokî xwest.