Trump: Ji bo lûtkeya NATOyê diçim Enqereyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump aşkere kir, Tirkiye nêzîk bûbû ku di şerê dijî Îsraîlê de tevlî eniya Îranê bibe, lê wî rê li ber vê yekê girtiye. Trump her wiha ragihand, ew ê wekî rêzek ji bo Serokkomarê Tirkiyeyê, beşdarî lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê bibe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, Erdogan "ne alîgirê Îsraîlê ye" û metirsî hebû ku Tirkiye di şer de cihê xwe li gel Îranê bigire. Trump got: "Min bi xwe destwerdan kir û min daxwaz ji Erdogan kir ku xwe ji vê rûbirûbûnê dûr bixe, wî jî daxwaza min qebûl kir."

Li ser pirsa derbarê dayîna firokeyên şer ên pêşkeftî yên "F-35" û motorên firokeyan ji bo Tirkiyeyê, Trump nîşanên erênî dan û got: "Bi egereke mezin ez ê karekî bikim ku Tirkiyeyê razî bike." 

Trump piştrast kir, ew ê beşdarî lûtkeya NATOyê bibe ku biryar e di 7 û 8ê Tîrmeha 2026an de li Enqereyê were lidarxistin. Serokê Amerîkayê tekez kir ku beşdarbûna wî tenê wekî rêzek e ji bo Erdogan û got: "Heke lûtke ne li Tirkiyeyê bûya, ez nediçûm."

"Trump ev daxuyanî di dema pêşwazîkirina Sekreterê Giştî yê nû yê NATOyê Mark Rutte de li Koşka Spî dan. Di hevdîtinê de Rutte pesnê Amerîkayê da ku şiyana Îranê ya li herêmê lawaz kiriye. Her wiha Rutte bal kişand ser piştgiriya welatên Ewropayê û aşkere kir ku di dema operasyonên leşkerî de, nêzîkî 5 hezar firokeyên Amerîkî ji bingehên li Ewropayê firîne."