Li deştên Akrê û Berdereşê rakirina petateyan dest pê kir
Dihok (K24) – Li Deşta Navkurê ya ku herêmên Akrê, Berdereş û Şêxan li xwe digire, werzê rakirina petateyan dest pê kir. Cotkarên herêmê ji ber kalîteya bilind a berhemê, îsal wekî "sala zêrîn" binav dikin.
Li gorî amaran, îsal li herêma Deşta Navkurê nêzîkî 18 hezar donim zevî bi petateyan hatine çandin. Tê pêşbînîkirin ku berhema îsal bigihîje ser 200 hezar tonî, ku ev yek rekorek nû ye ji bo herêmê.
Cotkar Fehed Xêl derbarê berhema îsal de kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Îsal baraneke baş bariya, loma kalîteya petatên me pir bilind e. Bazirganên ji Bexda, Besra û bajarên din ên Iraqê tên vir da ku berhemên me bikirin."
Her wiha cotkar Xalis Samî jî bal kişand ser zehmetî û daxwazên wan û wiha axivî: "Du hefte ne, me dest bi rakirina petatan kiriye. Daxwaza me ji hikûmetê ew e ku rê li ber hawerdekirina petatên biyanî bigire, da ku em bikaribin berhemên xwe bi bihayekî baş bifroşin û keda me vala neçe."
Ji ber navûdeng û kalîteya petatên Akrê, bazirganên ji naverast û başûrê Iraqê her sal di vê demê de berê xwe didin Kurdistanê. Bazirgan Mehmûd Mihemed, ku ji bo kirîna petateyan hatiye nava zeviyekê, got: "Em her sal tên vir. Petateyên Kurdistanê hem ji bo xwarinê hem jî ji bo bazirganiyê pir baş in. Hem kalîteya wan bilind e hem jî bihayê wan ji bo welatiyan guncan e."
Niha li deştên Kurdistanê bi sedan karkerên herêmî û biyanî rojane dixebitin da ku berhemê kom bikin û ji bo bazarên Kurdistan û Iraqê bişînin.