Odeya Bazirganî ya Zaxoyê: Bi cîbicîkirina sîstma Asîkoda re tevgera bazirganî geş dibe
Zaxo (K24) – Piştî lihevkirina nû ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de, tevgera bazirganî li Deriyê Sînorî yê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl ber bi asayîbûnê ve diçe. Bi cîbicîkirina sîstema gumrikê ya "Asycuda", tê pêşbînîkirin ku qebareya bazirganiyê careke din zêde bibe.
Nêzîkî heft mehan bû ku ji ber biryarên hikûmeta Iraqê û pirsgirêkên di sîstema gumrikê de, tevgera bazirganî li deriyê Îbrahîm Xelîl bi rêjeya %70 kêm bûbû. Lê bi destpêkirina sîstema nû ya "Asycuda" re, pirsgirêkên wekî rawestandina kelûpelan, derengketin û bacgirtina dubare ya li xalên kontrolê yên Iraqê hatin çareserkirin.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Zaxoyê Latîf Osman derbarê mijarê de ragihand, piştî ku bazirganî %70 kêm bûbû, niha bi sîstema nû ew li bendê ne ku tevgera aborî vegere rewşeke pir baş. Osman destnîşan kir ku ev gav ji bo bazirganên herêmê bîhnfirehiyeke mezin e.
Bazirganên herêmê vê gavê wekî "çareseriyeke bingehîn" pênase dikin. Bazirgan Mihemed Emîn diyar kir ku berê kelûpelên wan dihatin astengkirin, lê niha muamele bûne navendî û ev yek di berjewendiya her kesî de ye.
Her wiha bazirganekî din bi navê Şivan Ebdî bal kişand ser hêsankariya di warê darayî de û got: "Êdî em dikarin bi rêya bankên hikûmetê û bi bihayê fermî yê Banka Navendî ya Iraqê drav bişînin derve. Ev yek ji bo anîna kelûpelan hêsankariyeke pir mezin e."
Li herêma Zaxoyê zêdetirî 1000 kompanyayên bazirganî hene ku 500 ji wan di Odeya Bazirganiyê de qeydkirî ne. Di dema krîzê de gelek ji van kompanyayan ziyan dîtibûn û karkerên wan bêkar mabûn. Bi asayîbûna tevgera bazirganî re, tê çaverêkirin ku bi hezaran karkerên ku ji ber rawestandina bazirganiyê bêkar mabûn, careke din vegerin ser karên xwe û aboriya herêmê geş bibe.