Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê tekez kir ku qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê berhem û renca xwîna şehîdan e û gelê Kurdistanê bi xwîna xwe berevaniyê jê dike. Herwesa daxwaz ji aliyên siyasî kir ku ji bo yekalîkirina pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê û çalakkirina parlamentoyê de lezê bikin.
Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd îro (Pêncşem, 25ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyeka rojnamevanî de ragehand ku qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê berhema xebat, renc û xwîna şehîdan e, ji ber wê yekê destkeftiyekî dîrokî yê bi vî rengî qet ji nav naçe.
Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku xelkê Kurdistanê bi her rengekî û bi xwîna xwe berevaniyê di ber man û tenahiya vê qewareya siyasî de dike.
Daxwaza lezkirina pêkanîna hikûmetê û pêşniyara Encûmena Siyasî
Di derheqa rewşa navxweyî û pêvajoya siyasî li Herêma Kurdistanê de jî, Serokê Partiya Sosyal Demokrat tekezî li ser giringiya yekalîkirina bilez a pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê û çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê kir. Wî hêvî jî xwest ku aliyên siyasî bigihin lihevkirineka giştgir bo derbazkirina vê qonaxê.
Mihemedê Hacî Mehmûd amaje bi destpêşxeriyeka partiya xwe bo komkirina aliyan kir û got: "Berî niha me pêşniyara çêkirina encûmeneka siyasî ya hevpar li Herêma Kurdistanê kiribû, daku hemî hêzên siyasî di çarçoveyekê de kom bibin û xwedî yek gotar û stratejiya hevpar bin, bi taybetî di danûstandin û lihevkirinên xwe yên li gel hikûmeta Iraqê de."
Serokê Partiya Sosyal Demokrat piştrastî jî da ku berdewambûna pêvajoya pêkanîna hikûmetê çi metirsiyeka wesa li ser qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê çê nake; ji ber ku ev qeware xwedî bingeheka destûrî ya bihêz e û li ser asta Iraq û civaka navdewletî bi rengekê fermî hatiye qebûlkirin.
Mihemedê Hacî Mehmûd herwisa tekez jî kir ku bizavên wan li gel aliyên cuda cuda dê pêxemetî nêzîkkirina dîtinan û çalakkirina dezgehên qanûnî yên Herêma Kurdistanê berdewam bin.
Ev daxuyaniya Mihemedê Hacî Mehmûd di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê, piştî hilbijartinên dawiyê yên parlamentoyê, di nav danûstandinên aloz û dirêj ên navbera aliyên serekî (bi taybetî PDK û YNK) de derbaz dibe, bo pêkanîna kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.