Desteya Deryayî ya Brîtanyayê: Li peravên Omanê êrîşî keştiyekê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Operasyonên Bazirganî yên Deryayî ya Brîtanyayê ragihand ku keştiyeke barhilgir li nêzîkî kendavên Omanê bi çekekê nenas hat hingaftin û zirar gihîştiye wê.

Desteya Deryayî ya Brîtanyayê îro (Pêncşem, 25ê Hezîrana 2026ê) belav kir ku keştiyeke barhilgir li dûratiya 7.5 mîlên deryayî li başûrê rojhilatê devereka Omanê, ji aliyê rastê ve bi teqemeniyeke nenas hatiye hingaftin.

Li gorî zanyarên wê desteyê, ev êrîş bûye sedema têkçûna pişkeka "pira fermandeyîyê" ya wê keştiyê, lê çi zirarên canî û birîndarbûn di nav tîma wê keştiyê de nehatine tomarkirin, herwisa çi pîsbûneka jîngehî jî ji ber rûdanê çê nebûye.

Desteya Deryayî ya Brîtanyayê amaje bi wê yekê jî kir ku aliyên peywendîdar dest bi lêkolînan di wê rûdanê de kiriye û daxwaz ji hemî keştiyan jî kir ku di dema derbazbûna wan di wê deverê de agahdar bin û her çalakiyeka gumanbar raport bikin.

Ev rûdana ewlehiyê ya li nêzîkî peravên Omanê berdewamiya aloziyên deryayî ye, ku di dema borî de rêyên bazirganiya cîhanî Kendavê xistine bin metirsiyê. Desteya Deryayî ya Brîtanyayê, ku wekî çavdêreka serekî yê ewlehiya deryayî ya Brîtanyayê kar dike, berî niha jî çend caran li ser êrîşên bi dron û moşekan li vê deverê hişyarî dabû.

Ev êrîşa nû nîşan dide ku tevî rênmayî û rûbirûbûnên navdewletî, hêj metirsiyên li ser ewlehiya deryavaniyê û bazirganiya navdewletî li nêzîkî Tengava Hurmizê berdewam in.