Falconer: Peywendiyên me ligel Herêma Kurdistanê pir giring in, divê bihêztir bibin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê eşkere dike ku giring e Brîtanyayê peywendî ligel Herêma Kurdistanê hebin, û got ku ew bi dîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pir şa bûye.

Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Hamish Falconer îro (Pêncşem, 25ê Hezîrana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku ew pir şa ye ku berî çend mehan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dîtiye.

Falconer herwesa diyar jî kir ku ew ligel hevkarên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam di peywendiyê de ye; ji ber ku wekî ew behs dike, Herêma Kurdistanê hevpareka giring a Brîtanyayê ye.

Berfirehkirina peywendiyan di paşerojê de

Wezîrê Brîtanyayî eşkere jî kir ku di çend hefte û mehên bê de, ew dê giringiyeka zêdetir bidin wan peywendiyan û dê wan berfirehtir bikin.

Hamish Falconer tekez jî kir ku peywendiyên wan ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir giring in û divê zêdetir bên bihêztirkirin. Wî herwisa got: "Ez piştrast im her kesê ku bibe Serokwezîrê Brîtanyayê, London dê li ser hebûna peywendiyên xwe ligel Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be."

Ev daxuyaniyên Falconer di demekê de ne ku Brîtanya, wekî endameka sereke ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, roleka giring dilîze. Ev daxuyaniya Wezîrê Brîtanyayî di demeka hestyar a deverê de bo piştgiriya berdewam a welatê wî ji bo qewareya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê nîşaneka ron e.