Ewqafa Misrê pesnê pêkvejiyan û tenahiya li Herêma Kurdistanê dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Ewqafê yê Misrê dilxweşiya xwe li beranberî wê pêkvejiyana ku li Herêma Kurdistanê heye diyar kir, herwisa pêşveçûnên Kurdistanê jî bilind nirxandin.

Wezîrê Ewqafê yê Misrê li Qahîreyê Usame Ezherî îro (Pêncşem, 25ê Hezîrana 2026ê) pêşwaziya şanda Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê kir û her du alî civiyan.

Li gorî ragehandina Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê, di civînê de pirsên wekî pêşxistina hevahengiya hevpar û bihêzkirina peywendiyên giştî yên navbera her du aliyan hatin nîqaşkirin.

Her di wê civînê de, Wezîrê Ewqafê yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq amadebûna wezareta xwe bo wergirtina feydeyî ji ezmûn û şiyanên Wezareta Ewqafê ya Misrê pêxemetî zêdetir xizmetkirina warê olî, pêkvejiyan, rûbirûbûna hizra tundrêtiyê û meşq û rahênanan nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Ewqafê yê Misrê dilxweşiya xwe bi vê serdanê û tenahî û pêkvejiyana aştîyane ya ku li Herêma Kurdistanê heye diyar kir û pêşveçûnên Kurdistanê di hemî waran de jî bilind nirxandin.

Di heman demê de, her du aliyan biryar da ku di paşerojeka nêzîk de tevahiya biryarên vê civînê bixin warê bicihanînê û ji bo vê meremê jî lijneyeka hevpar ava bikin.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq li roja Sêşema borî, 23ê Hezîrana 2026ê, li Qahîreya paytexta Misrê, bi serokatiya şandeka bilind a wezaretê, li gel Şêxê Ezherê Şêx Ehmed Teyib û berpirsên bilind ên Meşîxeya Ezherê jî cîviyabû.

Şêxê Ezherê spasî û rêzên xwe arasteyî Serokwezîr Mesrûr Barzanî kiribûn, ji ber avakirina avahiyekê hevdem bo "Peymangeha Ezherê" li bajarê Hewlêrê, ku di dema borî de kevirê bingehîn ê wê pirojeyê ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû danan.

Di tewerekê dî yê wê hevdîtinê de, Şêxê Ezherê û berpirsên Meşîxeya Ezherê bi girîngiyeka taybet ve behsa avakirina "Mizgefta Mezin a Barzanî" li bajarê Hewlêrê jî kiribû.