Dem Partî bangawaziya kombûnên cemawerî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Dem Partî bangawaziyeka fermî belav kir, bo lidarxistina kombûnên cemawerî li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi merema piştgirîkirina Pêvajoya Aştiyê û daxwazkirina azadiyê bo Ocalan. Hevserokên giştî yên wê partiyê jî daxwazê ji alîgirên xwe dikin ku bi rengekê çalak tevlî wan kombûnan bibin.

Hevserokên Giştî yên Dem Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan di peyameka hevpar de bang li gelê Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û endam û alîgirên partiya xwe kir, ku tevlî wan kombûnên cemawerî bibin ên ku biryar e sibe û dusibe li bajarên mezin bên lidarxistin.

Zexta li ser Enqereyê bo çareserkirina pirsê

Berpirsên Dem Partiyê amaje bi wê yekê dikin ku, armanca wan a serekî ji rêkxistina van kombûnan nîşandana piştgiriyê bo Pêvajoya Aştiyê û daxwazkirina azadiya bo Abdullah Ocalan e. Di eynî demê de, ev livîna cemawerî wekî zextekê ye li ser deshilatdarên Tirkiyeyê daku pêngavên qanûnî û siyasî yên kiryarkî bo çareserkirina pirsa Kurdan biavêjin.

Li gorî zanyarên hatine belavkirin, biryar e ku sibe û dusibe ev kombûnên cemawerî yên berfireh li bajarên Diyarbekir, Wan, Stenbol, Mêrsîn û çend bajarên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rê ve biçin.

Ev bangawaziya Dem Partiyê di demekê de ye ku gengeşeyên li ser pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiyeyê germ in. Dem Partî bizavê dike ku bi rêya zexta cadeyê û kombûnên cemawerî, li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, peyama xwe bigihîne Enqereyê ku çi çareseriyek bê pişkdarî û azadiya Ocalan bi ser nakeve.