Kurtulmuş: Di sererastkirina qanûnî de ‘lêborîna giştî’ tune ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, derbarê pêşhatên dawî yên pêvajoya "Tirkiyeya bê teror" de diyar kir, ew di qonaxeke nû de ne û di demeke nêz de dê bigihîje encamê.
Numan Kurtulmuş ji medyaya Tirk re axivî û got: "Bi baweriya min, beşeke mezin a pêvajoyê temam bûye. Di demeke nêz de beşê mayî jî dê bi encam bibe û bi temamî bigihîje armanca xwe."
Numan Kurtulmuş bal kişand ser lêçûnên giran ên şer û pevçûnan û bandora wan a li ser aboriya Tirkiyeyê û diyar kir, berê ziyanên aborî wekî 1.3 trîlyon dolar dihatin texmînkirin, lê bi baweriya wî ev jimar niha du qat zêdetir bûye û ji 2 trîlyon dolarî derbas bûye.
Derbarê helwesta partiyên opozîsyonê û bi taybetî Partiya Gel a Komarî (CHP) de, got: "Beşdarbûna partiyên siyasî di nav komîsyonê de giring e. Bi taybetî hebûna nûnerên CHPê ji bo me gelekî bi qîmet bû. Pêwîst e CHP li ser vê helwesta xwe ya piştgiriyê berdewam be."
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê her wiha tekez kir ku ji destpêka pêvajoyê û heta niha ti soz nedane PKKê û aliyên din. Kurtulmuş got: "Ew qanûna ku dê ji bo pêvajoyê were amadekirin, lêborîna giştî (efo) di nav de nîne. Di qanûnê de dê tenê hinek sererastkirinên teknîkî û qanûnî hebin."