Dijeterora Iraqê li Herêma Kesk a Bexdayê hejmarek berpirs girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Bexdayê, li dijî torên gendeliyê operasyoneke mezin hat lidarxistin. Hêzên Dijeterora Iraqê bi zirêpôş û çekên giran ketin Herêma Kesk û dest danîn ser milyonan dolaran ku di bin erdê de hatibûn veşartin.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê, berbanga îro yekşemê 28ê Hezîrana 2026an, hêzên taybet hemû dergehên Herêma Kesk girtin û bi lîsteya navan ser bi ser malên berpirsên bilind de girtin.

Amaje bi wê jî kir, ev operasyon piştî mikurhatinên Cîgirê Wezîrê Petrolê Ednan Cumaîlî hatiye kirin ku meha borî hatibû girtin. Hate ragihandin ku tenê di mala Cumaîlî de 10 milyon dolar, gelek çek û zêr hatine girtin. Desthilatdarên dadwerî destnîşan kirin ku wan zêdetirî 85 milyon dolar pereyên neqdî dîtine ku di hundirê malan de û hinek jî di kûrahiya 4 metreyan de di bin erdê de hatibûn veşartin.

Li gorî medyaya Iraqî, di vê pêla girtinê de navên pir giran hene. Tê gotin ku ev kesên li jêr hatine girtin:

- Parlamenterên niha û yên berê: Alîye Nusayf, Musenna Samerayî, Mihemed Seyhûd, Hesen Xefacî, Beha Nûrî, Ziyad Cenabî û Mihemed Kerbûlî.

- Berpirsên hikûmî û serbazî: Ebdulkerîm Sûdanî, Ebbas Sûdanî, Farhan Fertûsî û Raid Cibûrî .

Her wiha di nav gotegotan de navê Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, Wezîra Darayî Teyf Samî û hinek şêwirmendên wan jî derbas dibin, lê heta niha ti daxuyaniyeke fermî li ser wan nehatiye dayîn.

Heta niha amara dawî ya mal û milkên ku di vê dosyayê de dest li ser hatine danîn wiha ye:

- Zêdetirî 98 milyar dînarên Iraqî.

- 11 milyon dolarê Amerîkî.

- 3 kîlogram zêr.

- 70 xanî û zevî û 21 otomobîlên luks.

Hikûmeta nû ya Iraqê ragihand, ev dosye "yek ji mezintirîn dosyayên gendeliyê ye" û tekez kir ku têkoşîna wan a li dijî gendeliyê dê bi biryardarî berdewam bike. Piştî bidawîbûna operasyonê, dergehên Herêma Kesk careke din hatin vekirin û rewş asayî bûye.