Sê şandeyên Herêmê li Bexdayê ne: Dosyayên mûçe, şehîd û dahatê di rojevê de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo çareserkirina pirsgirêkên mûçeyên malbatên şehîdan, dahatên ne-neftî û sîstema gumrikê ya elektronîk (Asycuda), sê şandeyên bilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li paytextê Iraqê Bexdayê ne.

Ji şeva borî ve şandeyên Herêma Kurdistanê gihîştin Bexdayê û ji îro 28ê Hezîranê ve dest bi zincîreyeke civînan dikin. Tê çaverêkirin ku ev danûstandin heta roja çarşem an pêncşemê berdewam bikin.

Şandeya Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan îro yekem civîna xwe pêk anî. Şandeyê li nûnertiya Herêmê bi fraksiyonên Kurdî re hevdîtinek kir û biryar e saet 14:00an bi Desteya Girtiyên Siyasî ya Iraqê re bicive. Armanca vê civînê îmzekirina peymana dawî ya ji bo "hevtayîkirina" mûçe û îmtiyazên şehîd û girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi yên Iraqê re ye. 

Di heman demê de, şandeya Wezareta Darayî ya Herêmê bi Wezareta Darayî ya Iraqê re li ser maseya gotûbêjan e. Mijara sereke dahatên ne-neftî û ew 120 milyar dînar in ku Herêmê mehane dişand ji bo Bexdayê. Şandeya Kurdistanê hewildan dike ku vî birê kêm bike, ji ber ku dahatên herêmî kêm bûne û şandina vê birê bandoreke nerênî li ser dabeşkirina mûçeyên karmendan dike.

Biryar e sibe jî, şandeya sêyem a Herêmê bigihîje Bexdayê. Ev şande dê li ser sîstema "Asycuda" (sîstema elektronîk a gumrikê) peymana dawî îmze bike. Armanc ji vê peymanê, rêkxistina deriyên sînorî û dahatên gumrikê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye, da ku şefafiyet di bazirganiyê de were peyda kirin.