Wezîrê Derve yê Îranê gihîşt Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî îro 28ê Hezîrana 2026an, bi serdaneke fermî gihîşt paytextê Iraqê Bexdayê. Armanca sereke ya vê serdanê, amadekarî ji bo lidarxistina merasîmên xatirxwestinê yên Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xumeneyî li şûnên pîroz ên Iraqê ye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Îranê, Araqçî dê bi berpirsên bilind ên Iraqê re bicive da ku hûrî merasîmên ku biryar e li bajarên Necef û Kerbelayê werin lidarxistin, gotûbêj bike. Biryar e roja çarşemê, 8ê Tîrmehê, cenazeyê Elî Xumeneyî bînin Iraqê û piştre ji bo veşartinê veguhastin bajarê Meşhedê yê Îranê.
Ji bilî mijara merasîma cenazeyê, Ebbas Araqçî dê encamên danûstandinên dawî yên di navbera Washington û Tehranê de, ku li welatê Swîsreyê hatibûn kirin, bi rayedarên Iraqî re binirxîne. Iraq di vê pêvajoyê de wekî pireke dîplomatîk di navbera herdu aliyan de cih digire.
Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî, di 28ê Sibata 2026an de di encama êrişeke asmanî ya hevbeş a Amerîka û Îsraîlê de li paytext Tehranê hatibû kuştin. Di wê êrişê de gelek serkirdeyên leşkerî û siyasî û hinek endamên malbata wî jî jiyana xwe ji dest dabûn.
Ji ber rewşa şer û metirsiyên ewlehiyê, merasîma veşartina cenazeyê Xameneyî zêdetirî 100 rojî hat paşxistin.