Dayika Xedîce bi hunera çêkirina tenûran kevneşopiyekê zindî dihêle
Dihok (K24) – Li gundê Kemûnayê yê ser bi navçeya Xankê ve, jineke Kurd a bi navê Xedîce Casim Hisên bi "destên xwe yên zêrîn" tenûran ji heriyê çê dike, ew bi vî karî hem debara malbata xwe dike, hem jî hunereke resen a Kurdî diparêze.
Dayika Xedîce zêdetirî 25 sal in rojane bi ax û heriyê mijûl e. Ew bi hostatî heriyê distirê û tenûrên ku di çanda Kurdî de ji bo nanpêjandinê bingehîn in, ava dike. Li gorî gotina wê, ev pîşe ne tenê ji bo nanê rojanê ye, lê nîşaneya wefadariya bi ax û keda destan re ye.
Xedîce Casim derbarê destpêka karê xwe de dibêje, wê ev huner di zaroktiya xwe de ji dayika xwe fêr bûye. Ew bi serbilindî behsa keda xwe dike û wiha dibêje: "Ez ji dayika xwe fêr bûm ku mirov divê bi ked û renca destên xwe bijî. Heta ku hêz di laşê min de hebe, ez ê vî karî bidomînim."
Tevî ku teknolojî pêş ketiye û firneyên nûjen zêde bûne, lê hîn jî tenûrên Dayika Xedîce li herêmê pir tên xwastin. Welatî ji ber kalîte û reseniyê, ji gund û navçeyên cuda berê xwe didin mala wê. Ji bo gelek malbatan, nanê tenûrê hîn jî tama herî xweş a li ser sifreyê ye.
Dayika Xedîce bi vî karê xwe îspat dike ku temen nabe asteng li pêşiya afirandinê û bi heriyê re çîroka berxwedan û jiyana jinên Kurd dinivîse.