Li Dihokê du bajarên nûjen ên geştiyariyê tên avakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi riya du masterplanên mezin, li Çiyayê Zawa û li pişt Benda Dihokê du bajarên nûjen ên geştiyarî ava dike. Tê payîn ku ev proje di nava 3 heta 6 salan de bi dawî bibin û bi hezaran derfetên kar peyda bikin.
Rêveberê Giştî yê Veberhênana Parêzgeha Dihokê Dr. Heval Sidîq îro 28ê Hezîrana 2026an, derbarê van projeyên stratejîk de ji Kurdistanê re ragihand, ji ber ku proje nû ne û li ser bingeha masterplaneke giştgir hatine amadekirin, lêçûna wan a giştî hîn bi temamî diyar nîn e. Proje ji gelek beşên cuda pêk tên û piştî ragihandinê, her veberhênerek dikare beşek ji projeyê bigire ser xwe û cîbicî bike.
Rêveberê Veberhênanê destnîşan kir, ev proje ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî xwedî giringiyeke taybet in. Armanca sereke ya van "bajarên geştiyarî" ev e:
- Pêşxistina sektora geştiyarê li parêzgeha Dihokê.
- Afirandina çavkaniyên nû yên dahatê ji bo herêmê.
- Rakêşana geştiyarên biyanî bo Herêma Kurdistanê.
Li gorî hûrguliyên projeyê, ev her du dever wekî "bajarên geştiyarî yên temamker" hatine dîzaynkirin. Di nav van bajaran de dê xwaringeh, kafeteryayên nûjen, markayên cîhanî, motel û cihên bêhnvedan û lîstikan hebin. Ev yek dê bibe sedema peydakirina bi hezaran helên kar ên rasterast û nerasterast ji bo ciwanên herêmê.
Derbarê dema temambûnê de, Dr. Heval Sidîq eşkere kir ku tê pêşbînîkirin di nava 3 heta 6 salan de hemû beşên projeyan bikevin xizmetê.
Taybet ji bo projeya pişt Benda Dihokê, Sidîq got: "Di qonaxa yekem de, li ser budçeya parêzgeha Dihokê kornîşek (li pişt bendavê tê avakirin. Piştî temambûna kornîşê, em ê li gorî masterplanê dest bi ragihandina projeyên veberhênanê bikin da ku veberhênen bên û beşên din ava bikin."