WSJ: Danûstandinên Waşinton û Tehranê li Swîsreyê hatin paşxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya "Wall Street Journal"ê (WSJ) eşkere kir ku danûstandinên navbera Waşinton û Tehranê li Swîsreyê, ji ber serhildana nû ya pevçûnên serbazî û êrîşkirina li ser bingehên hev gihîştine asta xetimînê û ji bo demeka nediyar hatin paşxistin.

Rojnameya "Wall Street Journal"ê ya Amerîkayî îro (Yekşem, 28ê Hezîrana 2026ê) eşkere kir ku danûstandinên navbera Waşinton û Tehranê li Swîsreyê, ku biryar bû behsa pirsên herî aloz û bernameya etomî ya Îranê bikin, ji ber serhildana nû ya şer û pevçûnên serbazî yên navbera her du welatan gihîştine asta xetimînê û bo demeka nediyar hatin paşxistin.

Li gorî wê raportê, Îranê danûstandinên ku biryar bû li roja Înî dest pê bikin leng kirine. Tehranê şertên nû anîne pêş û daxwaz dike ku ragihandina agirbestê li Libnanê bibe parek ji her lihevkririneka demkî. Ji ber gurrbûna aloziyan, Tehran amade nebûye ku ti şandekê bişîne Swîsreyê.

Ev lengbûna dîplomatîk di demekê de ye ku qada şer di navbera her du welatan de germ bûye; berbanga îro, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku wekî bersivek bo êrîşên dronî yên Îranê bo ser tankerên petrolê, wan êrîşî çend bingehên serbazî, embarên dronan û sîstema berevaniya esmanî di navxweya Îranê û girava Qeşmê de kiriye.

Artêşa Pasdaran a Îranê jî ji aliyê xwe ve bi rengekê fermî ragihandibû ku, wekî bersivekê bo êrîşên Amerîkayê, wan heşt bingeh û jêrxaneyên serbazî yên artêşa Amerîkayê li bingeha Elî Salimê li Kuweytê û bingeha Hêza Deryayî ya Pêncê li Behreynê kirine armanc. Tehran Amerîkayê bi binpêkirina yadaştnameya Îslamabadê tometbar dike û gefa rawestandina bi temamî ya pêvajoya danûstandinan dike.

Herwisa Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di peyamekê de gefa vegera bo bijardeya serbazî kir û ragihand: "Dibe ku em neçar bin ku vî erkî bi rêya serbazî bi dawî bînin, ku eger ev rû bide, Komara Îslamî ya Îranê êdî hebûna wê namîne."