Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand, Herêma Kurdistanê "kelaya azadiyê ye" û deriyên wê ji bo bindestan vekirî ne, lê ti carî nabe stargeha tawankar û gendelkaran.

Hoşyar Zêbarî îro 29ê Hezîrana 2026an li ser hesabê xwe yê platforma (X) derbarê pêgeha Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û tê de destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê di nav Iraqê de "kelaya azadî û demokrasiyê ye."

Zêbarî di peyama xwe de diyar kir, Kurdistan her tim wekî penagehekê maye û dê bimîne ji bo hemû azadîxwazên Iraqê, kesên bindest û yên ku rûbirûyî binpêkirina mafên mirovan û êşkenceyê bûne. 

Lê belê, Zêbarî hişyariyeke tund da gendelkaran û got: "Kurdistan ti carî nabe penagehek ji bo tawankaran, dizên samana giştî û gendelkaran. Em rê nadin ti kesî ku Kurdistanê wekî veşartgehekê li dijî qanûnê bi kar bîne."

Ev peyama Hoşyar Zêbarî di demekê de tê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi hevahengiya ligel dadweriyê, duh operasyoneke berfireh li dijî gendeliyê dest pê kiribûn. Di encama wê operasyonê de, bi tohmeta gendelî û birina malê gel, 47 berpirsên pilebilind û parlemanterên Iraqî hatine girtin.