Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi merema pêşxistina peywendiyên bazarganî û peydakirina derfetên veberhênanê, Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Herêma Kurdistanê û Spanyayê li herêma Mursiyayê dest bi karên xwe kir; di korbendê de nûnerên zêdetir ji 80 kompanyayên her du aliyan ji kertên cuda cuda nîqaşan li ser avakirina projeyên hevpişk dikin.

Şandeka fermî û aborî ya Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 29ê Hezîrana 2026ê) bi serokatiya Serokê Desteya Veberhênanê Mihemmed Şukrî tevlî destpêka karên Korbenda Aborî ya Hevpişk a navbera Herêma Kurdistanê û Spanyayê bû. Korbend komeka kertên giring vedigire, wekî: geştyarî, pîşesazî, tenduristî, mîmarî û avedankirinê, li gel kertên din ên xizmetkariyê.

Mihemmed Şukrî, di dema pişkdarbûna xwe ya di panelên korbendê de, semînareka berfireh li ser jîngeha veberhênanê li Herêma Kurdistanê û wan derfetên zêrîn ên ku li ber destê kompanyayên Spanyayî hene pêşkêş kir.

Serokê Desteya Veberhênanê bal kişand ser qanûna veberhênanê li Herêma Kurdistanê û wan hêsankariyên îdarî û lêborînên bacê yên ku hikûmetê bo veberhênerên biyanî dabîn kirine, daku bikaribin bi hêsanî û bi garantiyeka qanûnî ya bihêz projeyên xwe bi cih bînin.

Veberhêner û xwedan kompanyayên Spanyayî jî ji aliyê xwe ve daxwaziyeka mezin bo veberhênanê li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser girîngiya avakirina kanalên peywendiyê yên rasterast li gel kerta taybet a Herêma Kurdistanê kir.

Di çarçoveya roja yekê ya korbendê de, hejmareka civînên dualî di navbera xwedankarên her du aliyan de hat birêvebirin. Di van civînan de kar bo amadekirina gelek yadaştên hevfêmkirinê û lihevkirinên bazarganî hat kirin, ku biryar e di demeka nêzîk de bên îmzakirin bo destpêkirina projeyên stratejîk.

Biryar e şanda Herêma Kurdistanê geşta xwe ya aborî li Spanyayê berdewam bike û sibe korbend bo bajarê Vayadolîdê bê veguhastin, daku li wê derê jî li gel aliyên aborî û kompanyayên wê deverê bicivin û asoyeka berfirehtir bo hevkariya navbera her du aliyan vebikin.