Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Zaxo û Batîfayê alîkarî gihandin 200 malbatan

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi sponseriya çar ciwanên xêrxwaz û bi hevahengî li gel nûneratiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) li Zaxoyê, alîkariyên xwarinê li ser 200 malbatên kemdahat li sînorê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê hatin belavkirin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF), tîmên dezgehê li roja 27ê Hezîrana 2026ê bi sponsoriya çar ciwanên xêrxwaz ji Başûr, Bakur û Rojavayên Kurdistanê, kempeyneka belavkirina xwarinê li navenda Zaxoyê û qezaya Batîfayê bi rêve bir.

Di wê çalakiyê de, alîkarî gihîştin 200 malbatan û bo her malbatekê 30 kîlogramên pêdivîtiyên xwarinê yên serekî û hişk hatin dabînkirin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ron jî kir ku ev kempeyn di çarçoveya piştgirîkirina malbatên hejar û kêmdahat de tê, bi merema sivikkirina bargiraniya jiyana wan û peydakirina pêdivîtiyên wan ên rojane.