Şaxewan Ebdula: Hewlêrê 9 tometbarên gendeliyê radestî Bexdayê kirine
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Fraksiyona PDKê li Encûmena Nûneran a Îraqê eşkere kir ku dosyeyên mezin ên gendeliyê li ser Wezareta Darayî ya Îraqê di destê wan de ne. Herwisa ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê 9 tometbar radestî Bexdayê kirine, ji ber ku "cihê gendelkaran li Herêma Kurdistanê nabe".
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Nûneran a Îraqê Şaxewan Ebdula îro (Duşem, 29ê Hezîrana 2026ê) tevlî bernameya "Basi Roj"ê ya Kurdistan24ê bû û zanyarên berfireh li ser dosyeyên gendeliyê û pêngavên hikûmeta nû ya Îraqê eşkere kirin.
"Gendelî li Îraqê bûbû mode"
Şaxewan Ebdula herwisa ragihand: "Gendelî li Îraqê bûbû mode, yek ji wan dosyeyên ku Serokwezîr Elî Zeydî kar li ser dike gendelî ye; nebûna îdareyeka baş sedema serekî ya berbelavbûna vê diyardeyê bû."
Navborî herwisa bal kişand ser wê yekê jî ku pareka zêde ya serweta Îraqê ji aliyê partî û kesan ve hatiye birin, lê niha piştgiriyeka zêde ya navxweyî, bi taybetî ji aliyê Merceîyeta Şîeyan ve bo Elî Zeydî heye rûbirûyî gendeliyê bibe.
Serokê Fraksiyona PDKê herwisa got: "Çavê Îraqiyan li wê yekê ye ku ev pêvajo giştî be û şor bibe nav parêzgehan, ji ber ku eger tenê di çarçoveya wezaretan de bimîne, dê nirxekî xwe yê wisa nebe. Eger bigihîje parêzgehan, bi sedan kesên din jî dê bikevinê."
Kerkûk; Bi sedan milyar dînar hatine pûçkirin
Di derheqa rewşa Kerkûkê de, Serokê Fraksiyona PDKê got: "Gendeliyeka yekcar zêde di wê parêzgehê de heye, ku tê texmînkirin bi sedan milyar dînar bin. Me gelek keysên gendeliyê li wê derê eşkere kirin û aliyên peywendîdar jê agahdar kirin, lê berê tu encamek nebû."
Teyf Samî û qerzên Wezareta Darayî
Şaxewan Ebdula dosyeyeka mezin a Wezareta Darayî eşkere kir û got: "Gelek dosyeyên taybet ên gendeliyê li ser Wezareta Darayî ya Îraqê di destê me de ne, di demekê de ku hin kesan Teyf Samî (Wezîra Darayî ya berê) wekî melaîket bi nav dikir.”
Navborî eşkere jî kir: “Yek ji wan dosyeyên di destê min de ew e ku Teyf Samî 50 milyar dînar bo parlamenterekî xerc kirine, daku di dema bangeşeya hilbijartinê de li bajarê xwe xerc bike." Herwisa eşkere jî kir ku Wezareta Darayî ya Federal bi 25 trîlyon dînaran qerdarê Banka Rafîdeynê ye.
Girtina 22 kesan û helwesta Herêma Kurdistanê
Li ser amara kesên ku hatine girtin, Şaxewan Ebdula got: "Heta niha 22 kes hatine girtin û lîste pir ji wê mezintir e. Ji vê gera niha de navê tu wezîr an parlamenterekî Kurd di nav lîsteyê de nîne, lê ji gerên borî hene."
Wî tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştgiriya pêngavên vê hikûmetê dikin û got: "Di dema serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Bexdayê de, di yek ji civînan de ku ez bi xwe jî tê de amade bûm, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe bo kabîneya Elî Zeydî tekez kir hindî ku li dû destûrê biçe."
Serokê Fraksiyona PDKê eşkere jî kir ku ev piştgirî ketiye qonaxa bicihanîna kiryarkî û "Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî 9 kes (ku parlamenter, fermanber û rêveberên giştî di nav de bûn) radestî hikûmeta Îraqê kirin, ji ber ku her kesekê destê wî di gendeliyê de hebe li Herêma Kurdistanê cihê wî nabe." Herwisa piştrast kir ku hin ji daxwazkiriyan bo derveyî welat reviyane.
Civînên parlamentoyê û kandîdê PDKê
Di derheqa temamkirina kabîneya wezarî de, Şaxewan Ebdula amaje bi wê yekê kir ku destpêka hefteya bê rûniştinên parlamentoyê dê bên destpêkirin û her dema ku navên wezîrên mayî gihîştin parlamentoyê, rêkar dê bên destpêkirin.
Li dawiyê jî li ser kandîdê PDKê bo postên wezarî, wî got: "Partiya Demokrat a Kurdistanê giliyeka qanûnî tomar kiriye, ji ber ku weha dibîne ku rêkarên berê yên dengdanê bi kandîdê me re rast û dirust nebûn, niha em li benda biryara dadgehê ne li ser vê pirsê."
Ev daxuyaniyên Şaxewan Ebdula di çarçoveya kempeyna berfireh a dijî gendeliyê li Iraqê de tên, ku ji aliyê Serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Zeydî ve (bi piştgiriya aliyên cuda cuda) hatiye destpêkirin. Radestkirina 9 tometbaran ji aliyê Hewlêrê ve rûpeleka nû di peywendiyên her du aliyan de vedike û hevahengiya ewlehî û dadwerî ya navbera Hewlêr û Bexdayê bihêztir dike.