Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya serdaneka fermî de bo Komara Almanyaya Federal, şandeka parêzgeha Dihokê li gel Serokwezîr û berpirsên bilind ên herêma Baden-Württembergê civiya; di hevdîtinan de tekezî li ser pêşxistina peywendiyan di warên aborî, veberhênan û tenduristiyê de hat kirin.
Şanda parêzgeha Dihokê bi serokatiya Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro (Duşem, 29ê Hezîrana 2026ê) ji aliyê Serokwezîrê nû yê herêma Baden-Württembergê ya Almanyayê Cem Özdemir ve hat pêşwazîkirin.
Di destpêka wê hevdîtinê de, şanda parêzgeha Dihokê silav û rêzên Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihandin Cem Ozdemîr û pîrozbahî li wî kir ku wekî Serokwezîrê nû yê wê herêmê dest bi karî kiriye.
Ji aliyê xwe ve, Cem Ozdemîr herwisa silavên xwe bo Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şandin û tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê bi giştî, û parêzgeha Dihokê bi taybetî kir.
Herwisa du alî di wê hevdîtinên li ser berdewamiya hevahengî û hevkariyan di warên aborî, veberhênan, çandinî, tenduristî, xwendina bilind û pirsên mirovî de hevdeng bûn.
Pêşxistina peywendiyên bazarganî û aborî
Her di berdewamiya wê serdanê de, şanda parêzgeha Dihokê li gel Wezîrê Yekem û Berpirsê Dîska Bazarganî ya Baden-Württembergê Florian Hassler civiya. Di vê hevdîtinê de jî, şanda Dihokê pîrozbahî li wî kir ku dubare wekî Wezîrê Yekê hatiye hilbijartin û hêviya serkeftinê bo wî xwast.
Tewerekî serekî yê wê civînê bo nîqaşkirina li ser pêşxistina peywendiyên bazarganî û aborî, û wergirtina feydeyî ji ezmûna Almanyayê bo pêşxistina kertên xizmetkariyê li parêzgeha Dihokê hat terxankirin, bi rengekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên her du aliyan bike.