Li parêzgeha Dihokê îsal çandina birincê bi awayekî berbiçav zêde bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Latka yê ser bi nahyeya Deralokê li qezaya Amêdiyê ve, werzê çandina birincê bi coşeke mezin dest pê kiriye. Cotkarên herêmê aşkere dikin, ji ber barana baş û teqîna kaniyan, îsal asta berhemanîna birincî bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Li gundê Latka, îsal zêdetirî 150 donim zevî bi birincê hatine çandin. Cotkarên herêmê kêfxweşiya xwe bi vê xêr û bereketa îsal tînin zimên û destnîşan dikin ku keşûhewaya îsal ji bo çandiniyê gelekî guncayî bûye.

Hecî Îsa, yek ji cotkarên gundê Latka, derbarê werzê îsal de dibêje: "Spas ji bo Xwedê, îsal baran pir baş bû û kaniyên me hemû teqiyan. Ji ber vê yekê me karî zeviyên hîn firehtir biçînin. Me du cureyên birinc çandine ku her du jî di nav bazarê de xwedî daxwazeke baş in."

Piştî werzê çandin û dirûnê, birinc ber bi aşên taybet ve tê şandin da ku ji bo bazarê bê amadekirin. Kamîran Taha, ku firoşkar û xwediyê aşekî birinc e, diyar dike ku daxwaza herî zêde li ser cureyê birincê "Tehaluf" e. Taha dibêje: "Zêdetirî %99ê birincê ku îsal li vê deverê hatiye çandin cureyê Tehaluf e, ji ber ku hem kalîteya wê baş e û hem jî di nav xelkê de pir tê xwastin."

Li gorî daneyên ku ji aliyê Rêveberiya Çandiniyê ya Dihokê ve hatine belavkirin, îsal li seranserê parêzgeha Dihokê zêdetirî 32 hezar donim zevî bi birincê hatine çandin. Ev yek nîşana geşbûneke mezin a sektora çandiniyê li parêzgehê ye.

Berhema birinc ya Kurdistanê, bi taybetî ya deverên Amêdî û Akrê, bi tam û bihna xwe ya taybet tê naskirin û wekî yek ji baştirîn berhemên navxweyî di bazarên Herêma Kurdistanê û Iraqê de tê firotin.