Tenduristiya Iraqê: Îsal 219 pêketiyên taya xwênberbûnê hatine tomarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand, ji destpêka sala 2026an ve heta niha, li seranserê welat 219 haletên tûşbûna bi "Taya Xwênberbûnê" hatine tomarkirin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê Seîf Bedir aşkere kir, tîmên çavdêriya epîdemîolojîk bi hevahengiya ligel saziyên vîternerî, rojane rewşa belavbûna vê nexweşiyê li hemû parêzgehan dişopînin. Bedir destnîşan kir ku tenê di hefteya dawî ya vê mehê de 23 haletên nû hatine dîtin û 3 kesan jî ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.
Nîşanên nexweşiyê çi ne?
Li gorî daxuyaniya wezaretê, nîşanên destpêkê yên Taya Xwênberbûnê ev in:
- Bilindbûna germahiya laş (tayeke giran).
- Serêş û êşa li deverên cuda yên laş.
- Westiyana giştî ya laş.
Di qonaxên pêşketî de, xwênberbûna di bin çerm de yan jî xwênberbûna ji kunên xwezayî yên laş (wekî poz û dev).
Seîf Bedir hişyarî da, bi taybetî qasab, ajadar û bazirganên ajalan, bi dîtina nîşana yekem divê serî li navendên tenduristiyê bidin. Lênihêrîna zû, pêvajoya dermankirinê hêsantir dike.
Rêkarên parastinê ji bo welatiyan
Wezareta Tenduristiyê daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo parastina ji vîrûsê, pabendî van xalan bin:
- Goşt tenê ji wan serjêkxaneyan bikirin ku destûra wan a fermî ya tenduristiyê heye.
- Rê li ber serjêkirina ajalan a neyasayî û bêserûber di nav tax û kolanan de bê girtin.
- Di dema destlêdana ajalan, goşt û bermahiyên wan de, kincên parastinê û lepikan bi kar bînin.
- Qirkirina kêz û kêçan ku veguhêzerên sereke yên nexweşiyê ne.
- Destên xwe û amûrên birîna goşt bi berdewamî pak bikin.
- Goşt di pileya germê ya pir nizm de (bicemidînin) û paşê di pileya germê ya bilind de bi awayekî baş bipijînin.