Husên: Iraq êrîşên li ser Kendavê û şerê djî Îranê red dike

Fuad Husên û Casim Mihemmed Bidêwî
Fuad Husên û Casim Mihemmed Bidêwî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand ku welatê wî her êrîşekê ku axa welatên Kendavê bike armanc bi tundî red dike, bi eynî awayî dijatiya xwe bo her şerekê li dijî Îranê tekez dike: tekez jî kir ku Iraq herdem qurbaniya yekê ya pêngav û şerên deverê bûye.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro (Sêşem, 30ê Hezîrana 2026ê) pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Encûmena Hevkariyê ya Welatên Kendavê Casim Mihemmed Bidêwî kir û kongreyeka rojnamevaniyê ya hevpar li dar xist û tê de helwesta neguher a Iraqê li ser rewşa deverê û dosyayên ewlehiyê berçav kir.

Peywendiyên herêmî û helwesta Iraqê

Fuad Husên amaje bi wê yekê jî kir ku serdana Emîndarê Giştî yê Encûmena Kendavê bo Bexdayê di bin rewşeka hestiyar û dijwar de tê, ku dever tê re derbaz dibe. Tekez jî kir ku Iraq pabendî biryarên navdewletî ye.

Navborî herwisa ragihand: "Iraq her êrîşeka ku welatên Kendavê bike armanc bi tundî red dike, bi eynî awayî li dijî şerê li dijî Îranê ye." Herwisa ron jî kir ku ji ber ku Iraq herdem qurbaniya yekê ya şer û alozîyên deverê bûye, lewma daxwaza berfirehbûna ti şerekî nake.

Di çarçoveya peywendiyên dualî de, Wezîrê Derve yê Iraqê amadehiya Iraqê bo berdewambûna diyalogê ligel Kuweytê nîşan da, bi merema gihîştina bi biryar û lihevkirinekê ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên her du welatan bike.

Siyaseta navxweyî û aborî

Di derheqa siyaseta navxweyî ya Bexdayê de, Fuad Husên eşkere kir ku siyaseta nû ya hikûmeta Iraqê li ser bingeha bêçekkirina komên çekdar û sînordarkirina çekan tenê di destê dewletê de birêve diçe, li gel xurtkirina bizavên hikûmetê bo rûbirûbûna gendeliyê.

Di warê aborî de jî, Wezîrê Derve yê Iraqê deriyê Iraqê ji bo kompanyayên Kendavê vekir daku di kertên cuda cuda de veberhênanê bikin.

Piştgiriya Encûmena Kendavê bo Iraqê

Emîndarê Giştî yê Encûmena Hevkariyê ya Welatên Kendavê Casim Mihemmed Bidêwî jî ji aliyê xwe ve dilxweşiya xwe bo serdana xwe ya Bexdayê diyar kir û ragihand ku ev serdan gelek peyamên girîng vedigire.

Bidêwî piştgiriya xwe ya tam bo pêngav û biryarên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî nîşan da û destxweşî li wî kir, ji ber wan biryarên girîng ên ku di dema borî de kirine di warê bicihanînê de.

Navborî eşkere kir ku di civîna xwe ya ligel Fuad Husên de, pêşhatên ewlehiyê yên deverê û pêdivîtiya kêmkirina aloziyan hatine nîqaşkirin. Navborî pesnê bizavên hikûmeta Iraqê kir, ji ber rêgirtina li bikaranîna axa Iraqê bo êrîşkirina li ser welatên Kendavê.

Emîndarê Giştî yê Encûmena Hevkariyê ya Welatên Kendavê li dawiyê jî tekez kir ku Encûmena Kendavê dê li ser pêşkêşkirina piştgiriya pêdivî bo tenahî û avadankirina Iraqê berdewam be, ji ber ku ewlehiya Iraqê pareka girîng û bingehîn e ji ewlehiya Kendavê û tevahiya deverê.