Abdulhay Okumuş: Di Qanûna Çarçoveyê de behsa mafên Kurdan nayê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê nîqaşên li ser “Qanûna Çarçoveyê” ya girêdayî pêvajoya çareseriyê berdewam in. DEM Partî daxwaz dike ku beriya parlamen bikeve betlaneya fermî ev qanûn were derxistin, lê hiqûqnas û çavdêrên siyasî hişyariyê didin ku ev qanûn bo çareseriya pirsa Kurdan gaveka rastîn venagire.
Li gorî salnameya fermî ya Tirkiyeyê, di 1ê Tîrmehê de parlamen dikeve betlaneya fermî, lê bi biryarekê ev betlane hat paşxistin. Ev gava parlamenê jî wekî amadekariyekê bo derxistina Qanûna Çarçoveyê tê şîrovekirin. Tê diyarkirin ku ev qanûn bi taybetî bo vegera endamên PKKê tê amadekirin. Hiqûqnas balê dikişînin ser mînakên cîhanê û tekez dikin ku divê parlamena Tirkiyeyê demildest gavan biavêje.
Sedat Yurtdaş: Desthilat dixwaze gavan dereng biaveje
Hiqûqnas Sedat Yurtdaş li ser helwesta hikûmetê û paşxistina gavan diyar kir ku ev nêzîkayî xelet e û got: “Xuya ye desthilat û Erdogan dixwazin gavan hinekî paş bixin û naxwazin gavên berçav biavêjin. Dixwazin gavên biçûk û dereng biavêjin, ku ev yek xelet e û nêrîneke şaş e. Di hemû mînakên cîhanê de gavên qanûnî hatine avêtin û dereng nemane. Divê demildest gavên qanûnî werin avêtin.”
Abdulhay Okumuş: Di Qanûna Çarçoveyê de behsa mafên Kurdan nayê kirin
Şîrovekarên siyasî hişyariyê didin ku Qanûna Çarçoveyê di nav raya giştî de wisa tê nîşandan ku qey dê pirsa Kurdan çareser bike, lê di rastiyê de çarçoveya wê tenê bi danîna çekan ve sînordar e.
Cîgirê Serokê Komeleya Demokrat û Şoreşgerên Kurd Abdulhay Okumuş li ser naveroka qanûnê bal kişand ku desthilat çareseriyê li gorî nêrîna xwe saz dike û ragihand: “Xuya ye di Qanûna Çarçoveyê de 6-7 qanûn cih digirin, ku behsa veger û darizandina endamên PKKê dikin.”
Okumuş tekez jî kir: “Ji xwe tê de behsa mafên kollektîf ên Kurdan nayê kirin. Ji serî de desthilatê nexşeyek çawa danîbe wisa dimeşe; wan gotibû 'Tirkiyeya bêteror' û niha jî li ser vî esasî dimeşînin.”
Hiqûqnas û çavdêrên siyasî li ser wê yekê hevdeng in ku her çend ev qanûn bo pêşveçûna pêvajoyê girîng be jî, eger pirsa Kurdan di çarçoveya ziman, nasname û mafên mayînde de çareser nebe, dê di pêşerojê de pirsgirêkên nû û girantir derbikevin holê.