Tuncer Bakirhan: Derfeteke dîrokî bo aştiyê heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan daxwaz dike ku pirsa Kurdan bi rêya "Qanûna Çarçoveyê" bi aştiyeka herdemî ve bê girêdan, û tekez dike ku niha li Tirkiyeyê mezintirîn derfeta dîrokî bo çareseriyê heye.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan îro (Sêşem, 30ê Hezîrana 2026ê) di civîna heftane ya fraksiyona partiya xwe de li Parlamena Tirkiyeyê got: “Rêya çareserkirina pirsa Kurdan ew e ku ev pirs bi rêya "Qanûna Çarçoveyê" bi Qanûna Aştiyê ve bê girêdan û divê ev gav bêyî derengketin bê avêtin.
Bakirhan herwesa ragihand: "Li pêşiya me yek ji mezintirîn derfetên dîroka siyasî ya Tirkiyeyê heye, ev ne mezinkirin e, ev girîngtirîn derfeta dîrokî siyasî ya Tirkiyeyê ye. Ev qonaxa aştiyê û civaka demokratîk e. Kêm maye ku du salên vê qonaxê bi dawî bibin û tê de hin pêngav hatin avêtin; çek hatin jinavbirin û komîsyonek di parlamenê de hat avakirin."
Bakirhan diyar jî kir ku ew komîsyon çû Îmraliyê û raporta xwe amade kir, herwisa got: "Em tu ji wan pêngavan kêm nabînin û piştguh nakin. Berevajî vê, em dixwazin qonaxa civaka demokratîk û aştiyê li ser van pêngavan ava bikin. Em li ser wê yekê difikirin ka em çawa vê derfeta dîrokî bo aştiyeka herdemî, jiyaneka bi serbilindî û paşerojeka demokratîk biguherînin."
Hevserokê DEM Partiyê tekez jî kir: "Rêya vê pirsê Qanûna Çarçoveyê ye. Ne hêsan e ku mirov pirseka 100 salî ji warê tundutîjiyê veguhêze ser warekê qanûnî. Divê ev qanûn li gorî girîngî û mezinahiya vê pirsê û bi wêrekiyeka mezin bê nivîsandin.
Bakirhan eşkere jî kir: “Guhê civakê, guhê wan kesên ku li bendê ne ji çiyayî dakevin, ew kesên bi rengekê neqanûnî hatine girtin, girtiyên nexweş û yên ku li derveyî welat in, hemî li ser vê qanûnê ne." Bakirhan bal kişand ser wê yekê jî ku divê ev qanûn rastîn be û ne li ser bingeha binpêkirina rûmeta mirovan be.
Di derheqa pêvajoya aştiyê de jî, Bakirhan behsa wê yekê kir ku hin kes hene ku ji aştiyê ditirsin, ji ber ku ji bo wan şer qazanc e, şer kursî ye û dijminatî sermaye ye; ew baş dizanin ku dema gel kom dibin ev sermayedar bi dawî dibin. Ji ber vê yekê, her rojeka derengketinê derfetek e bo wan kesên ku dixwazin aştiyê bixeniqînin, lewma nabe ku Qanûna Çarçoveyê bo Payîzê bê paşxistin.
Bakirhan behsa wan kombûnan jî kir ên ku tê de daxwaza azadkirina Ocalan dihat kirin û ragihand: “Di her çar kombûnan de daxwaziyeka serekî diyar bû ku 'Em êdî dixwazin Ocalan bibînin'. Civak dixwaze di vê qonaxê de qada Ocalan berfirehtir bibe. Heke dewlet dixwaze pirsa Kurdan derbaz bibe qonaxeka din, hingê Ocalan kesê yekê ye û divê rê li ber wî bê vekirin. Tekez jî kir ku divê şertên jiyan û karkirinê yên Abdullah Ocalan zêdetir bên başkirin.